Pêşbirka Fitbolê ya Dibistanên Kobanê ya Jinên Ciwan dest pê kir
- 11:19 17 Nîsan 2018
KOBANÊ - Rêveberiya Xweser a Kantona Kabanê ji bo jinên ciwan ên dibistanê musabakaya fitbolê da destpêkirin.
Ji bo ku jinên ciwan di aliyê werzîşê de xwe pêş bixin Rêveberiya Xweser a Kantona Kabanê ji bo jinên ciwan ên dibistanê, musabakaya fitbolê li Kobanê da destpêkirin. Di her musabakaya fitbolê de 14 jin cihê xwe digirin. Her wiha pêşbirka fitbolê jî dest pê kir. Jinên ku li dibistana Şehid Hogir û Şehid Seydo dixwînin beşdarî pêşbirkê bûn. Têkildarî mijarê jinên ku di nav musabakaya fitbolê de cihê xwe digirin axivîn û gotin:"Werzîş ji bo jiyanek aram û ji bo tenduristiyê gelek baş e. Em hêvî dikin ku hemû jin bi taybetemendiyek girîng nêzî werzîşê bibin."
Leyla Elî anî ziman ku ew gelek kêfxweş û bextewar e ku beşdarî musabakayê fitbolê bûye û got her jinên ku dixwazin beşdarî musabakayê bibin û di warê werzîşê de xwe pêş bixin divê beşdar bibin.
Yazmin Xalit jî bal kişand ser girîngiya werzîşê û got:"Werzîş ji bo jinan û ji bo civakê gelekî girîng e. Ji bo tenduristiyê û laşekî saglem divê em hemû werzîşê bikin. Fitbol jî cureyekî werzîşê ye û hem ji bo derûnî hem jî ji bo tenduristiya mirovan gelekî baş e. Loma ez gelek kêfxweş im ku ez beşdarî musabakaya fitbolê bûme."
Herî dawî jina bi navê Roza Hecî jî anî ziman ku divê her jin di her qadên jiyanê cihê xwe bigirin. Rozayê bang li hemû jinan kir ku di qada werzîşê de cihên xwe bigirin.
Her wiha pêşbirka fitbolê bi encama 6-0 bi serkeftina dibistana Şehîd Seydo bi dawî bû.