Li nav Efrîniyên koçî Şehbayê kirin jana zirav belav dibe
- 11:01 17 Nîsan 2018
- Rojane
ŞEHBA - Bi sedhezaran kesên ji Efrînê koçber bûn, li Kantona Şehbayê rojên zor û zehmet derbas dikin. Hat diyarkirin ku di navbera Efrîniyên koç kirin de, nexweşiya jana zirav (werem) belav dibe. Her wiha hîn jî raya giştî, sazî û dezgehên navneteweyî li hemberî vê rewşê xwe li bêdengiyê datînin.
Di 20'ê Çileya 2018'an deTirkiyeyê bi hevkariya Komên Çekdar êrîşî Efrîn û navçeyên wê kir. Ligel vê Tirkiyeyê bi hemû hêz û teknîka xwe û balafirên şer êrîşî qadên sivîl kir. Di encama van êrîşên dijwar de bi sedhezaran mal û dibistan hatin şewitandin, bendav û nexweşxane hatin rûxandin, gund û bajar hatin talankirin û bi sedan sivîl hatin kuştin. Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ya li ser gelê Kantona Efrîn gihaşt asta herî jor, di 16'ê Adara 2018'an de gel ji Efrînê derket û berê xwe da cihên ewle yên wekî Şehba û navçeya Şêrewayê. Di encama koçberiya gelê Efrînê de kampa bi navê "Berxwedan" li navçeya Fafîn a girêdayî Kantona Şehbayê hat avakirin. Rêvebiriya Xweser bi hemû derfet û hewildanên xwe alîkariya kampê kir lê dîsa jî gelek kêmaniyên kampê hene. Her wiha heta niha ji bo Efrîniyên koç bûne tu alîkariyeke navdewletî çênebûye.
Ligel vê rewşê, di demên dawî de di warê tenduristiyê de jî rewşa kampê ber bi nebaşiyê ve diçe. Hat diyarkirin ku li kampê Efrîniyên bi gelek nexweşînan dikevin û niha jî nexweşiya jana zirav (werem) li nav wan berbelav dibe.
Nexweşiya jana zirav belav dibe
Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Herêma Efrînê Rîm Qirmo aşkere kir ku nexweşîna jana zirav (werem) di nava koçberên kampa Berxwedanê de û li gundên Kantona Şehbayê jî bi awayekî zêde belav bûye. Rîm Qirmo bi lêv kir ku heta niha 20 kes hatine teqezkirin û ji vana 5 jê li kampê ne û nêzî 20 kesên din jî li derveyî kampê ne.
Rîm Qirmo got: "Eger ji bo kampa Berxwednê pêdîviyên tenduristî neyên peydakirin, dê rewşa koçberan xirabtir bibe. Ji bilî ku her 20 mirov bi hev re di nava kampekê de dimînin, hinek kes li çolan dimînin û ji bo gel xwarina paqij nayê peydakirin."
Dr. Ebd El Qadêr Hisko jî anî ziman ku di rojên dawî de zêdeyî 25 kes hatine cem wan û ev kes bi jana zirav ketine. El Qadêr Hisko got: "Di salên heftêyî de jî li Efrînê ev nexweşî belav bûbû. Li Efrînê beriya êrîşa dagerkeriya, derdora 120 kes hebûn bi vê nexweşiyê ketibûn, ji bo wan jî derman dihat peydakirin û rewş di bin kontrolê de bû. Lê ji ber koçberiyê û piştî êrîşên balafirên artêşa Tirk ên li dijî Nexweşxaneya Avrînê, amûr û derman texrîb bûn."
El Qadêr Hisko bêdengiya dewletên navdewletî û saziyên mafên mirovan ên ji bo rewşa Efrînê rexne kir. El Qadêr Hisko, diyar kir ku derfetên wan ên ji bo tedawiyê û amûrên wan pir kêm in.
Serokê Heyva Sor a Kurd Emar Mihemed jî anî ziman ku eger ji bo penaberan alîkarî çênebe, dê karesatên mezin rû bidin. Emar Mihemed got: "8 noqteyên tenduristiyê ji hêla endamên Nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurdî li kanton û gundewarên Şehbayê hatin vekirin. Ev noqte jî ji bo nexweşiyên giran ên mîna şuştina gurçikan, tengbûna nefesê û jana zirav. Her wiha hin kes hene divê bên emeliyatkirin. Ji bilî van nexweşiyan, Melariya jî belav dibe. Ev nexweşî jî pir bi xeter e. Nemaze jî ji bo zarok, kal û pîran."
Di encama vê rewşa xirab de du zarokên biçûk jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku cîhazên nefesê nîn bûn. Her wiha cihek taybet jî nîn bû da ku ew zarok tê de bi cih bibin. Ji bilî wan, malbata Ciwan Xalêd bi temamî bi nexweşiya jana zirav ketiye. Ciwan Xalêd bêdengiya navdewletî rexne kir û bang li saziyên mafên mirovan kir da ku alîkariya zarok, kal û pîran bikin.