'Min bejna xwe netewand loma îşkence li min kirin'

  • 09:02 17 Nîsan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Bêrîvan Alo ya ku ji ber bombebaran û êrîşên dewleta tirk ji Efrînê reviya anî ziman ku ew bi her cureyên îşkenceyê rû bi rû maye û got:"Min bejna xwe netewand û ez ê bejna xwe netewînim." 
 
Bêrîvan Alo ya ku ji ber bombebaran û êrîşên dewleta tirk ji Efrînê reviya diyar kir ku ji ber wê bejna xwe netewandiye îşkence lê hatiye kirin û got:"Dema ku ez li Efrînê bûm leşkerên tirk û OSO bi hemû rengên tundiyê nêzî min dibûn."
 
Bêrîvanê da zanîn ku dema ku ew dikira ji Efrînê derkeve leşkerên tirk û OSO'yê li dijî wê destdirêjî kirine û got:"Dema ku em li Efrînê bûn leşkerên tirk û OSO'yê zilm li jinan dikirin û dixwestin wan ji xwe re bikin kole. Dema ku ez ji Efrînê dikiram derketama jî gotin em ê te ji xwe re bivin. Min bi zorê xwe ji destên wan xelas kir."
 
'Malên gelê Efrînê hemû talan kirin'
 
Bêrîvanê da zanîn ku OSO malên gelê Efrînê hemû talan kir û dest diavêt jinan û got:"Dema ku em li Efrînê bûn kes nediwêrîbû ku derkevin derve. Çimkî OSO û leşkerên tirk sîvîl qetil dikirin û jin jî direvandin. Bi awayekî hovane êrîşî sîvîlan dikirin."
 
'Min bejna xwe netewand loma îşkence li min kirin'
 
Bêrîvanê bi lêv kir ku dema ew li Efrînê bû ji ber ku wê bejna xwe netewand îşkence li wê kirine û got:"Dema ku OSO û leşkerên tirk xwestin ku min birevînin xortekî ez xelas kirim. Loma divê heta ku Efrîn ji dagirkeran rizgar nebe divê kesek neçe Efrînê."
 
'Divê rêxistinên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin'
 
Bêrîvanê diyar kir ku bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li dijî gelê Efrînê nayê qebûlkirin û got:"Efrîn hat dagirkirin û sîvîlên li wir bi gelek îşkence û tundiyên mezin rû bi rû man. Ligel vê yekê rêxistinên navneteweyî her tim bêdeng man an jî dengên wan pir lawaz derket. Divê hemû cîhan li dijî vê hovitiyê derkevin û dengê xwe berz bikin."