Jinên Êzidî: Em hêvî dikin ku ev hilbijartina bibe roniya siberoja me
- 09:01 17 Nîsan 2018
- Rojane
Ehalm Hecî/ Delîla Axîn
ŞENGAL - Jinên Êzidî derbarê Partiya Azad û Demokratîk a Êzdixan (PADÊ) û beşdarbûna hilbijartinên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê de anîn ziman ku ji bo jiyanek azad û xweser divê hemû Êzidî rayê xwe bidin PADÊ.
Jinên Êzidî derbarê Partiya Azad û Demokratîk a Êzdixan (PADÊ) û beşdarbûna hilbijartinên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê de diyar kirin ku ji bo bidestxistina mafên Êzidiyan divê hemû kes rayê xwe bi kar bînin û gotin:"Em hêvî dikin ku ev hilbijartina bibe roniya siberoja me."
Jina bi navê Emşê Elî anî ziman ku ew ji bo partiya PADÊ ku ew ê jî beşdarî hilbijartinan bibe pir bi kelecan e û got:"Cara yekem e ku partiya Êzidiyan dê tevlî hilbijartinan bibin loma em hemû bi kelecan in. Ji bo siberojek azad û demokratîk divê em hemû rayê xwe bidin PADÊ."
'Me xwe bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan bi rêxistin kir'
Emşeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Piştî fermanê me xwe bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan bi rêxistin kir. Em ji niha şûnde jî xwe bi rê ve bibin. Ji bo careke din em qirkirinek din jî rû bi rû nemînin em xwe bi rêxistin dikin û bi partiyek ku îradeya me temsîl dike em ê beşdarî hilbijartinan bibin. Ez dîsa bang li hemû Êzidiyan dikim ku rayê xwe bidin PADÊ."
'Divê YBŞ, YJŞ wekî rêxistinên fermî bê qebûlkirin'
Şemê Derwêş jî anî ziman ku ew dixwazin YBŞ, YJŞ wekî rêxistinên fermî bê qebûlkirin û got:"Civaka Êzidî 3'ê Tebaxa 2014'an de ji qirkirinek mezin derbas bûn. Her dem em bi qirkirinên bi vî rengî rû bi rû hatine hiştin. Loma divê em hêza xwe ya hevpar xurt bikin û li îradeya xwe xwedî derkevin. Li ser rêya felsefeya Rêber Apo divê em xwe birêxistin bikin. Divê em ji hemû aliyan xwe birêxistin bikin û nehêlin ku fermanên nû yên li ser Êzidiyan dubare bibin."
'Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin'
Şemê anî ziman ku ew tu caran dev ji berxwedana xwe bernadin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Em bi hêvî ne ku bi têkoşîna Êzidiyan Şengalek xweser bê avakirin û Êzidî ronahiya siberojên azad bibînin. Divê em hemû dilên xwe bikin yek û rayê xwe bidin PADÊ."