ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2018'AN

  • 09:00 17 Nîsan 2018
  • Rojev
*Jinên Êzidî derbarê Partiya Azad û Demokratîk a Êzdixan (PADÊ) û beşdarbûna hilbijartinên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê de anîn ziman ku ji bo jiyanek azad û xweser divê hemû Êzidî rayê xwe bidin PADÊ.
 
*Bêrîvan Alo ya ku ji ber bombebaran û êrîşên dewleta tirk ji Efrînê reviya anî ziman ku ew bi her cureyên îşkenceyê rû bi rû maye û got:"Min bejna xwe netewand û ez ê bejna xwe netewînim."  BI DÎMEN
 
*Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît diyar kir ku êrîşên li hemberî Sûriyeyê pir zêde tiştekî naguherin û wiha got: “Lê di pêvajoya muzakreyê de li dijî Soçiyê dema ferzkirina Cenevreyê tê. Pêşeroja gelê Sûriyeyê wê gelên Sûriyeyê diyar bikin. Ev her diçe zelaltir dibe.
DYA, Îngîlîstan û Fransayê li hemberî hinek nokteyên li Şam, Hama, Humus, Dera û Suveyda ya Sûriyeyê êrîşa hewayî pêk anî. 
 
*Di Fuara Pirtûkan a Îzmîrê de tunebûna weşanxaneyên Çep û Guldunya bandor li ser xwendevanan kir û ciwan jî ji ber aloziyên pergala perwerdê tenê bi pirtûkên testan re eleqeder dibin. BI DÎMEN
 
* Bi wesîleya 17’ê Nîsanê Roja Hemofîliyê ya Cîhanê pisporan hişyariya dermankirina rast kir û got bi vî awayî wê pêvajoya jiyana nexweşxan veguhere rewşa normal.
 
*Li Baglarê mêrê bi navê Cîhat S. zaroka 8 salî îstîsmar kir û piştî zarokê ji dayika xwe re got, dayika wê A. bi şêniyên taxê re gumanbar dît. Di bûyera wek xespê di çapemeniyê de derket, hat hînbûn ku ji sûcê ‘îstîsmara zarokan’ ji 3 salan heta 8 salan ceza tê xwestin. Di 9’ê îlona 2017’an de li Baglar a Amedê mêrê bi navê Cîhat S. li zaroka 8 salî îstîsmara zayendî pêk anîn.
 
*Li Wanê bazarên Îran, Rûs, Ewropa, Misir û Japon ji aliyê kesên tên bajar ve eleqeyek mezin dibînin. 
 
*Aylîn Işik mêrê ku îşkenceya sîstematîk lê dikir bi parastina cewherî kuşt û runiştina wê îro tê dîtin. Aylîn Işik bi hevkariya ajansa me bang li jinan kir ku deng bidin dengê wê û got ku hewcedariya wê bi piştgiriyê heye.