Mamoste Ayşe û pitika wê di 20 Nîsanê de dê bişînin girtîgehê

  • 10:41 16 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ayşe Çelîk a ku got "Bila zarok nemire" cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ayşe Çelîk dê di 20'ê Nîsanê de bi pitika xwe ya 6 mehî têkeve girtîgehê. 
 
Ayşe Çelîk bi rêya bernameya Beyaz Show a ku di Qenal D'yê de dihat weşandin behsa qedexeya derketina derve ya bajarên Kurdan kiribû û gotibû "Bila zarok nemirin". Ji ber gotina Mamoste Ayşe Çelîk a "Bila zarok nemirin" doz lê hatibû vekirin û cezayê wê yê 1 sal û 3 mehan ji aliyê 2'emîn Daireya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêma Stenbolê hatibû erêkirin. 
 
Cezayê ku dabûn Ayşeyê ji ber serlêdanê tarloqî 20'ê Nîsana 2018'an hatibû kirin. 
 
Parêzerê Ayşeyê Muhsin Karaman da ragihandin ku dê Mamoste Ayşe û pitika wê ya 6 mehî dê bişînin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê.