Pêdiviya koçberên ji Erînê bi dermanan heye!
- 09:07 16 Nîsan 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Tolîn muhemed
ŞEHBA - Gelê hêrma Efrînê ku koçberî ji ber bêderfetiya derman û doxtoran gelê herêma efrînê ku koçber bûye û li Kantona Şehbayê bi cih bûne ji aliyê tendirustiyê ve gelek bi zor û zahmetiyan dijîn.
Gelên herêma Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçber bûn û li Kantona Şehbayê bi cih bûne ji ber hejmara wan zêde ye û pirsgirêkên tendirûstiyê dijîn pêdiviya wan bi dermanan heye. Jinên jinan banga alîkariya dermanan kir.
Jina bi navê Sadet Hiso ku temenê wê 70'ê salî diyar kir ku wan li warê xwe jiyaneke aram dijiya û wiha got:"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malên me talan kirin. Ji neçarî ez bi mirovên xwe re ji Efrînê derketim û min berê xwe da Kantona Şehbayê. Ez niha li Kampa Berxwedanê dimînim. Ez jinek mezin im û gelek nexweşiyên min yên wekî nexweşiya dil û çavan hene û zarokên min jî pereng perengî bûne. Ji ber ku derfetên tendirustiyê li kampê kêm in em pirsgirêkên tendirûstiyê dijîn û pêdiviya me bi dermanan heye ez bang li hemû saziyên sivîl ên navneteweyî dikim ku bi me re bibin alîkar û piştgiriya alavên tendirûstiyê û dermanan bi me re bikin. "
'Hejmar zêde ye û derman kêm in'
jina bi navê Xedîce Nurî ya bi temenê 65 salî jî axivî û wiha behsa êşa ku di aliyê tendirustiyê de dikşîne kir:"Em Gelên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê koçêberî Kantona Şehbayê bûne tunebûna dermanan re rû bi rû ne. Bi min re nexweşiya rebo heye rojane pêwîste ku ez bêm dermankirin. Lê hejmara gel zêde ye û derman têrê nakirin. Ji kêmbûna avê,paqijiyê gelek nexweşiyên giran di nav zarokan û kesên temenê wan mezin de belav bûne. Bangawaziya me ji tevahî civakên navneteweyî re heye ku xwedî li gelê Efrînê yê koçber bûne derkevin. Zarok bê şîr û xwerin in. Bila saziyên navbeteweyî êdî bêdengiya xwe xira bikin û bi me re bibin alîkar."
Zarok dimirin lê cîhan bêdeng e
Her wiha Xebatkara Heyva Sor a Kurd Mejdulîn Zênu ya ku li Kampa Berxwedanê dimîne û xizmeta gelê xwe dike jî wiha got: "Gelê herêma Efrînê ku di Kampa Berxwedanê de bi cih bûye ji ber kêmbûna avê û paqijiyê pêwistiya wan bi dermanan heye. Ji bo zarokên biçûk derman ji Heyva Sor a Kurd re tên. Lê hin nexweşî dermanê wan tune ye û zarok jiyana xwe di dest didin. Di Bangawaziya me ye ji dewletên Navnetewî re, saziyên ku wekî rêxistinên mafên mirovan tên naskirin re; bi Heyva Sor a Kurd re bin alîkar. Ji ber ku rewşa gel a tendirustî gelek xirab e û pêdivî bi derman û alavên din ên tendirustiyê heye."