Pêşerojeke azad bi xwerêxidtin û parastina bi ewle pêkan e
- 09:01 16 Nîsan 2018
- Rojane
Delila Axin/ Ehlam Hacî
ŞENGAL - Jinên êzidî ku daxwaziyên xwe yên ji bo dema pêş ji mere radighînin, diyar kirin ku pêwîsta her jineke êzidî li ku dibe bila bibe divê xwe birêxistin bike. Ji ber ku rêxstinkirina jinên êzidî çareseriya hemû pirsgirêkên civaka êzidî ye.
Jinên êzidî yên kurd daxwaz û pêdiviyên xwe yên ji bo pêşrojê ji me re ragihandin û gotin ku ji bo pêşeroja civaka êzîdî jinên êzidî li ku dibin bila bibin divê ku xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku pêketina jiyên êzidî pêşketina tevahiya civaka êzidî ye.
Jina bi navê Edlan Xwdêda bal kişand ser girîngiya pêşketina jinê û wiha axivî: "Me weke gelê êzidî xwe ji hemû aliyan ve bi rêxistin kirîye, meclîs û saziyên me li hemû gûnd û bajaran hatine avakirn. Li çewa ku li herderê de jin ne di ferqa hêza xwe de bû li Şengalî ji em ne di ferqa hêza xwe de bûn. Piştî me fikir û felsefeya Rêbar Apo naskir me rojane xwe li sar fikra Rêber Apo perwerdee kir. Em wekî dayikin êzidî belkî em nikarin her tiştî bikin le îro rêxistineke me ya jinê; Yekitiya Jinên Şengalê (YJŞ) heye û em bi dil û rûhê xwe hertim li gel vê rêxistinê ne. Dîsa me Tevgra Azadya Jinen Êzidî (TAJÊ) ava kiriye û îro em bi xwe dikarin bixwe parastina xwe bikin.Banga min ji bo hemû jinan e; bi taybetî jî ji bo jinên ezîdî ye bila rabin ser pîyan û parastina xwe bikin û rêxistina xwe ava bikin. Jinên ku ne bi xwedî rêxistin û parastin bin her dem wê bi zext û neheqîya re ru bî rû werin. Ji bo pêşerojeke wekhev û azad karên pir mezin dikevin ser milên me."
'Ji bo rêxistinên navneteweyî bang'
Edlanê di berewamiya axaftina xwe de bêdengiya saziyên jinan ên navneteweyî li dijî revandina jinên Şengalê ku di detê DAÎŞ'ê de ne jî şermeza kir û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Bi taybertî ez bang li hemû rêxistinên jinên navneteweyî ku dibêjin em mafê jinan diparêzin dikim û dibêjim; ka ji bo jinên êzidî yên ku di destê daîş de ne çi kirine. Rizgarkirina wan jinan rizgar kirina hemû jinan e. Ji ber wê jî bendewariya me ev e."
'Me 3'yê Tebaxa 2014'an ji bîr nekiriye'
Emşê Simêr ji Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an bi bîr xist û ev tişt got: "Em ji weke her miroveke ku azadiya xwe dixwaze em jî azadiya xwe û mafên xwe dixwazin. Bi taybetî jî di hemû buyerên ku di nava civakan de û bi taybet civaka ezîdî de diqewimin li ser me jinan bandoreke pir mezin dike. A herî şênber jî me hîna êş û elemên ku di dil û mejiyê me de encama fermana 3'yê Tebaxa 2014 de pê hatin me derbas nekiriye. Di wê demê de bi awayekî hovane êrîşî me kirin. Ev ji bo me bu buyerek dîrokî ku tu carî em ji bîr nekin e. Çi dibe bila bibe divê ku her jineke ezidî li ku dibe bila bibe ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe civaka xwe xwe bi rêjistin bike li hember hemû êrîşên tunekirinê li berxwe bide. Dîsa bila tu hêz li ser me planên qirêj çênekin û divê em jin xwedi li pêşeroja xwe derbikevin. Pêşerojeke xweş edî bê parastin bê rêxistin ne mumkun e."
Divê her jineke cihê xwe di YJŞç'ê de bigire
Emşa Simêr axaftina xwe bi bangawaziya ji bo keçên ezîdî bi dawî kir ûwiha got: " Ez bang li hemû jinên êzidî dikim ku rabin ser piyan û li çanda xwe zimanê xwe dîroka xwe xwedî derkavin. Pêwîsta her keçaka êzidî ku dixweze azad bijî berê xwe bide rêxstinkirina jinan û bi taybetî jî di nava YJŞ,ê de cihê xwe bigre"