‘Bikaranîna îfadeya tecrîdê, tecrîda Îmraliyê baş îfade nake’

  • 09:09 15 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Endama MYK’ê ya HDP'ê  Ayşe Berktay tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Tenê bikaranîna îfadeya tecrîdê, tecrîda Îmraliyê baş nîşan nade. Li wir polîtîkayek tunekirinê tê meşandin. Desthilatdarî hewl dide serdestiya xwe li wir ava bike.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û binpêkirinên mafan ên di bin navê OHAL’ê jî li Tirkiyeyê bê navber zêde dibin. Ji bo hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re destûr nayê dayîn û hemû serlêdanên parêzer û malbatan jî tên redkirin. Endama MYK’ê ya HDP'ê  Ayşe Berktay derbarê tecrîd û hilbijartinan de nirxandin kir. Ayşeyê bi lêv kir ku bi tecrîda Îmraliyê re geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ketine nav kaosê û dema biryara şer û îmhayê hatiye dayîn, pêkanîna tecrîdê hatiye rojevê.
 
‘Pêkanînên tecrîdê bandorê li polîtîkaya welat dike’
 
Ayşeyê balkişand ser bandora tecrîdê ya li ser polîtîkaya welat û wiha got: “Tecrîd giran dibe, têkoşîn tûnd dibe. Di alî serdestan de hilbijartinek mijara gotinê ye. Mijara ‘em polîtîkaya hegomonîk bişopînin an jî em ê tecrîda demokratîk derxin pêş’ heye. Di vir de tercîha xwe di alî polîtîkayên şer de danîne holê û şert û mercên Îmraliyê giran kirine.”
 
‘Bi tecrîdê re riya çareseriyê tê astengkirin’
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftinê de destnîşan kir  ku desthilatdarî bi girankirina tecrîdê re riya çareseriyê asteng dike û got: “Hêzeke ku xwedî hêza dikare pêşî li polîtîkayên şer bigire jî asteng dike. Binpêkirinên li girtîgehan, kaosa li welat derketiye holê, krîza aborî, KHK û hemû tiştên şer pêş dixe bi tecrîdê re eleqeder e. Hiqûq hatiye sekinandin. Tenê bikaranîna îfadeya tecrîdê tecrîda îmraliyê baş nîşan dane. Li wir polîtîkayek tunekirinê tê meşandin. Em behsa tunekirina fîzîkî û fikrî dikin. Desthilatdarî dixwaze serdestiya xwe li vir ava bike.”
 
Ayşeyê balkişand ser hilbijartinê û got : “Li şûna em behsa hilbijartinê bikin divê em behsa şerd û mercên bi ewle yên hilbijartinê bikin. Em bi ewlehiya hilbijartinê re eleqeder dibin. Divê em ji bo şerd û merc bên guhertin bikevin hewldanan.”