Ji ber ku mala xwe terk nekirin tên darizandin
- 09:08 15 Nîsan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Rûniştina 50 kesên di dema pevçûnên Nisêbînê de hatin girtin di 16’ê Nîsanê de tê dîtin. Yasemîn Erkol û Nurşan Demir ku di dema pevçûnên li Nisêbînê hatin girtin anîn ziman ku divê zarokên wan bêyî wan mezin nebin.
Li Nisêbîna Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û dema qedexeyê berdewam dikir di 26’ê Gulanê de 67 kes ji navçeyê hatin tahliyekirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Rûniştina duyemîn a doza 50 kesî di 16’ê Nîsanê de tê dîtin. Ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve rûniştin wê li avahiya SGK’ê pêk bê. Du jinên bi navê Yasemîn Erkol (35) û Nurşan Demîr (45) jî yên bi 50 girtî re du sale di girtîgehê de ne bi heman daxwaza ceza tên darizandin. Dayikek 5 zarok û dayika din jî 7 zarokên wê hene û bang kirin ku divê demildest bigihêjin zarokên xwe.
Ji ber ku mala xwe terk nekirin tên darizandin
Girtiyên 76 caran bi cezayê ‘muebeta giran’ tên darizandin, ji 19 sûcê cuda tên darizandin. Ji van girtiyan Nurşan Demîr û Yasemîn Erkol ev du sale ji zarokên xwe dûr dijîn. Nurşan ya rastî îşkence û tacîzê hat di rûniştina yekem de îfade dabû. Yasemîn jî ji ber di dadgehê de ne amade bû parastin nekiribû.
Ji Nurşanê banga piştevaniyê
Nurşanê ji girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê banga piştevaniyê kir û got ew dixwaze êdî biçe ba zarokên xwe û wiha got: “Ji ber min mala xwe terk nekir ev du sale ez girtî me. Divê raya giştî xwedî li doza me derkeve. Ez naxwazim zarokên min bêyî min mezin bibin.”
‘Dixwazim zarokên xwe bibînim’
Nurşanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Îfadeya min a yekem di bin îşkenceyê de hat girtin û ji ber vê her tişt bi min dan îmzekirin. Piştî wê îfadeyê em birin girtîgehê. Ez her tim li girtîgehê îşkenceyê dibînim. Tevî ku ez birîndar im min derman nakin. Gotin ji qanûna poşmaniyê fêdeyê bigirin. Lê min tiştekî poşman bibim nekir. Ji min re dibêjin te li birîndaran mêze kiriye. Ez vê dibêjim;Ez di alî wijdanî de di alî mirovahî de ger kesek birîndar li cem min be ez ê alîkarî bidimê. Ez naxwazim zarokên min bêyî min mezin bibin. Ez naxwazim zarokên min ji vê bi bandor bibin.”
‘Her cureyê îşkenceyê kirin’
Nurşanê di rûniştina yekem a meha çileyê de îşkenceya di bin çavan de dîtibû wiha anî ziman: “Dema em li malê bûn sê rojan dengê çekan hat. Me nizanibû qedexeya hatiye îlankirin ji yên din cudatir e. Bi tank û topan êrîş kirin. Piştre kesek hat mala min û got vir bi xeter e, biçin bodrumê. Dema li wir bûm tenê zarokên min di bîra min de bûn. Piştre em çûn bodrumek din. Me li vir telefonek dît. Lê bi sînyalê re bombe bi ser me de barandin.Piştre ji me re gotin bi paçekî sipî derkevin. Li pêş kamerayan tiştek nekirin lê piştî kamera hatin girtin gotin ‘hûn xêr hatin dojehê’. 10 kesî êrîşê yek kesî dikir. Ez pêlekê hatim avêtin û piştre 10 kesî îşkence li min kir. Serê me xistin çewal. Li cihên kamera tunebû îşkence dikirin.”
‘Bila rayagiştî bêdeng nemîne’
Yasemîn Erkol a 35 salî ku li Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê dimîne û dayika 7 zarokan e jî bi hevkariya malbata xwe diyar kir ku ji ber mala xwe terk nekiriye ev du sale girtiye û got ew dixwaze tahliye bibe û banga hestiyariyê li rayagiştî kir.