Dijminê xwezayê darên Baxçeyê Zîraatê dibirin
- 09:02 15 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - Li Baxceyê Zîraata ku li taxa Tekelê ya navçeya Farqînê ye û xwedî dîrokek kevnar e bi dehan dar tên birîn û hîn jî birîna daran berdewam dike.
Li Baxceyê Zîraata ku li taxa Tekelê ya navçeya Farqîna Amedê ye û xwedî dîrokek kevnar e bi dehan dar tên birîn û hîn jî birîna daran berdewam dike. Derbarê vê yekê de tu daxuyaniyek fermî ji alî rayedarên şaredariyê nehatiye dayin.
Di 2015’an da gel ji bo xwe bi rê ve bibe berxwedanek da destpêkirin û ew berxwedan heta Farqînê berdewam kir. Her wiha sedema berxwedana xweser yek jî ji bo êrîşên sîstematîk ku li dijî xwezaya Kurdistanê tê kirin bû.
Di dema berxwedana xweser de AKP'ê bi her cureyî êrîş dikir û piştî êrîşan hemû şaredarî xesp kir û xwest ku mafê gotina gelan asteng bike.
Qayimên ku girêdayê îktîdara AKP’ê ne dema nû dest bi kar kirin di serî de li dijî xwezaya Kurdistanê şerek dan destpêkirin. Nêzî 5 mehî ye ku Baxçeyê Zîraata ku di heremê de ye li ber çavan tê birîn. Her wiha li derdora Farqînê ava qirêj ku ji cihên cuda tên, dibe sedema nexweşiyan.
Ji ber ku çopên avêtine newalê ji aliyê şaredariyê ve nayê paqijkirin dibe sedema bêhna genî. Welatiyên ku ji ber vê bêhnê ne rehet in gotin ku bi milyaran pereyê şaredariyê heye lê belê şaredarî tu xizmetê nake. Lewra jî welatiyên Farqînê ji ber vê rewşê giliyan dikin.