Jinên Êzidî xwedî li çanda xwe derdikevin

  • 09:01 15 Nîsan 2018
  • Rojane
Delila Axin/Veyan Said 
 
ŞENGAL - Bi hatina Cejna Çarşema Nîsanê re jinên Êzidî cil û bergên xwe yên gelêrî amade dikin da ku wê rojê li xwe bikin û li çanda xwe xwedî derkevin. 
 
Bi hatina Cejna Çarşema Nîsanê re jinên Êzidî ji bo xwedîderketina çanda xwe bi taybetî cil û bergên xwe yên gelêrî amade dikin. Di vê amadekirinê de coş û kelecaneke mezin jî heye. Jin didin diyarkirin ku ew ê cejna xwe ya dîrokî ku ji bo civaka Êzidî xwedî wateyek pir mezin e, bi cil û bergên xwe yên gelêrî pêşwazî bikin. Êzidî her dem li çand, civak, ol û dîroka xwe xwedî derketiye. Wê di vê cejnê de jî li çand û dîroka xwe xwedî derkevin. 
 
Jina bi navê Şerifa Mirad ku karê dirûvaniyê dike anî ziman ku ew her dem li çanda xwe xwedî derdikevin û got:"Ez û hevalek xwe em saet ji 08.00 sibehê tên û heta 4'ê êvarî em dirûnê dikin. Bi taybet van rojan bi hatina cejna çarşema nîsanê em bêtir dixebitin. Em li vir cilên gelêrî didirûn û li çanda xwe xwedî derdikevin. Em bi vê yekê jî kêfxweş dibin. Em jî çarşema nîsanê li hemû civaka Êzidî  û bi taybet jî li hemû jinan pîroz dikin."
 
'Jinên Êzidî dixwazin li çand û dîroka xwe xwedî derkevin'
 
Nadya Hecî jî ku di dikana cil û bergên jinan de dixebite wiha got:"Her çiqas xizanî hebe jî bi dîrûtin û kirîna cil û bergên gelêrî jinên Êzidî dixwazin li çand û dîroka xwe xwedî derkevin. Ji ber ku jinên Êzidî gelek êş û azar dîtin dilşikestî ne lê dev ji têkoşîna xwe bernedane. Li gel vê dilşekistinê dîsa li çanda xwe xwedî derdikevin."