Malbatên TAYAD'î: Bi tektîpê dixwazin girtiyan û civakê teslîm bigirin
- 17:03 14 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Malbatên TAYAD'î careke din jî diyar kirin ku ew cilên tektîp qebûl nakin û gotin:"Bi cilên tektîp dixwazin girtiyên siyasî û civakê teslîm bigirin".
Malbatên TAYAD'iyan ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û pêknanîna cilên tektîp li ber Lîseya Galatasarayê hatin ba hev. TAYAD'yan pankarta "Em ne sûcdar in em şoreşger in, em cilên yektîp li xwe nakin" wekirin û daxuyaniya çapemeniyê dan.
Di daxuyaniyê de dirûşmên "Me tek tîp li xwe nekir em li xwe nakin", "Girtiyên şoreşger rûmeta me ye" hat berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Zeynep Yildirim a hevsera girtiyê ku 4 meh in di girtîgehê de ye û rapora wî ya ji sedî heştê ya astengdariyê heye, hat xwendin. Zeynebê da zanîn ku cilên tektîp li hemû girtiyên siyasî tê ferzkirin.
Zeynebê anî ziman ku bi pêkanîna cilên tektîp tê xwestin ku civak û girtî teslîm bên girtin û got:"Divê hemû kes di vê mijarê de bi hestiyarî tev bigerin. Divê em ji bo vê mijarê bi hev re têbikoşin ku em bi ser bikevin. Girtî dibêjin ku "Em cilên tektîp li xwe nakin, Em ê kefen li xwe bikin lê em cilên tektîp li xwe nakin". Em naxwazin zarokên me, xwişk û birayên me bimirin."