Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Ewlehiya canê me tuneye
- 15:30 14 Nîsan 2018
- Rojane
MÊRSÎN - Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê ragihandin ku ji bo hejmartina leşkerî ya li ser lingan qebûl nekirine hatine derbkirin û girtîgehê ew avêtine hucreyan û gotin “Ewlehiya canê me tuneye.”
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 2 ya Tarsûsê di hevdîtina bi rêya telefonê ya heftane ya bi malbatan re qala binpêkirinên mafan kirin.
Girtiyan wiha gotin: “Rojnameyan nadin me. Li girtîgehê bênavber rewşeke provokasyon û êrîş heye. Sêşema borî ji ber ku me hejmartina li ser lingan a şêweyê leşkerî qebûl nekir, gardiyanan bi ser qawûşan de girt û êrîşî me kirin. Gelek hevalên me birîndar bûn. Di laşê wan de şopên derbê hene. Revîr jî tuneye. Me derb dikin û dixin nava hucreyan. Ewlehiya canê me tuneye. Em banga hestiyarbûnê li raya giştî dikin. Bila malbatên me girtîgehê gilî bikin.”