Ji bo xebatkarên ETHA'yê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin

  • 14:29 14 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Gerînendeya Nûçeyan a ETHA'yê Derya Okatan bertek nîşanî binçavkirina edîtor û nûçegîhanên ETHA'yê da û got:"Îktadara AKP'ê naxwaze rastî derkeve holê. Îktidar tiştekî derbasdar e lê tişta ku dimîne rastî û şopdarên rastiyê ne. Yên ku dê li siberojê bimîne jî em in. Em ê êrîşên AKP/Qesrê bi piştgiriya kesên ku tên çewisandin, vala derxîne."
 
Do li Stenbolê serê sibehê xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) Pinar Gayip, Semiha Şahin û Adil Demirci hatin binçavkirin. Ji bo xebatkarên hatin binçavkirin ETHA'yê li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Gerînendeya Nûçeyan a ETHA'yê Derya Okatan, Parêzerê Dosyayê Gulhan Kaya û Rêveberê ÎHD'ê Bekalî Turnaz û Rêveberên Partiya Sosyalîst ên tên Çewisandin (ESP), Derhênerê Giştî yê Weşana Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyigit Kiliç û gelek rojnameger ji bo piştigiriyê beşdarî civînê bûn. 
 
Derya Okatan a ku li ser navê rojnamegeran daxuyanî da anî ziman ku îktîdarê careke din ETHA hedef girtiye û got:"AKP a ku mafê gel a agahiyên derbarê nûçeyan de ji destên wan digire tu caran dev ji êrîşên xwe bernade. Çimkî li ser vê axê her dem rojnamegerên ku rastiyê dinivîsin hene."
 
'Her roj êrîşên nû li êrîşên li ser çapemeniyê zêde dibin'
 
Deryayê anî ziman ku bi KHK'yan bi dehan mensubên çapemeniyê bê kar hatin hiştin û got:"AKP di van êrîşan de serkeftî dernekeve jî dev ji êrîşên xwe bernade. Çimkî ji rojnamegerên ku rastiyê dinivîsin ditirsin. Wekî mînaka Ozgurlukçu Demokrasiyê di bin navê Qayyumê de saziyên çapemeniyê talan kirin. Her roj hejmara rojnamegerên ku sirgun dibin, bê kar dimînin, yên ku tên girtin  zêde dibin. Ji ber ku  çapemeniya azad nasekine ewqas êrîş dikin. Do êrîşek nû li ser êrîşên çapemeniyê zêde bû. "
 
'Dê bi piştgiriyê êrîşên li ser çapemeniyê vala derkeve'
 
Deryayê anî ziman ku êrîşên li ser ETHA'yê ne nû ye û anî ziman ku editorên wan İsminaz Temel û nûçegîhanên wan Havva Cuştan û Ali Sonmez Kayar hîn di girtîgehê de ne û got:"Em tu carî serî li ber êrîşan natewînin. Em ê şopdarê  çapemeniya Kurd a ku serî li dijî êrîşan natewîn bin."
 
Parêzer Gulhan Kaya: Dixwazin çapemeniya muhalif bêdeng bimîne
 
Gulhanê anî ziman ku ji ber ku derbarê dosyayê de biryara veşartinê heye ew nizanin hinceta binçavkirinê çi ye û got:"Her roj em bi bêhiqûqiyên bi vî rengî rû bi rû dimînin. Em hînî vê yekê nabin. Gelek mirov bi awayekî bêhiqûqî niha di bin çavan de ne. Nikarin çapemeniya muhalif bêdeng bihêlin."
 
Daxuyanî bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.