Dê Tora Parêzerên Çapemeniyê bê avakirin

  • 12:50 14 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Komek rojnameger û parêzer di bin banê Komeleya Xebatên Hiqûqî û Medya (MLSA) de plansaziya avakirina Tora Parêzerên Çapemeniyê dikin. 
 
Parêzerên ji bo dozên çapemeniyê û azadiya ramanê dixebitin, bi boneya parvekirina tecrûbe, derbarê dozan de agahî, şopandina dozê, raporkirin û xebatek hevbeş diyar bikin bi pêşengiya Komeleya Xebatên Hiqûqî û Medya (MLSA) û bi desteka Weqfa Friedrich Nauman li Restorana Cezayîr şahiyek li dar xist. Rêveber û nûnerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Egîtim Sen, Komeleya Hemwelatîbûnê, Baroya Stenbolê, Rojnameya Bîrgun, Yekîtiya Weşangeriyê, Rêxistina Efûya Navneteweyî, Komîteya Parastina Rojnamegeran û ji gelek rêxistinan parêzer, rojnameger, akademîsyen û parêzerên parastina xwendekarên Bogazîçiyê kirin beşdar bûn. 
 
Axaftina vekirinê ya civînê Seroka MLSA Evîn Bariş Altintaş kir û got: “Armanca me ya bingehîn ew e, em bi rojnamegeran hiqûqê bînin ba hev. Mixabin ji ber rewşa Tirkiyeyê ya di salên dawî de her ku diçe ev dibe xwedî girîngiyê. Em ji bo her rojnamegeran dibin alîkar.” 
 
Ji sazûmankarê Komeleyê Prz. Veysel Ok jî axivî û destnîşan kir ku armanca wan ew e li tevahiya Tirkiyeyê Tora Parêzerên Çapemeniyê ava bikin. 
 
Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî jî da zanîn ku ji bo piştevanî zêde bibe ew vê xebatê girîng dibînin û yek ji mijara herî zêde ku ÎHD girîngiyê didê binpêkirina azadiya raman û çapemeniyê ye.