'Li Tirkiyeyê tecrîd dibe sedema rijandina xwînê û şer'

  • 10:41 14 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL- Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê wekî polîtaqaya xwîn û şer derbasî meriyetê dibe û got:"Bi salane ku Birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ye û ev rewş nayê guhertin. Ev yek jî bandorek neyînî li ser pêvajoye Tirkiyeyê ya heyî dike."
 
Di bin şerd û mercên Rewşa Awar te de (OHAL) hemû êrîş û binpêkirinên ji aliyê Îktidarê ve tên kirin, rewa tê dîtin. Her wiha bi vê yekê girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî berdewam dike. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan û xespa mafan ên ku li Tirkiyeyê tê jiyîn bi hev gêrêdayîne. Hudayê anî ziman ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Tirkiyêyê û ji bo demokratîkbûyan Tirkiyeyê xwedî roleke sereke ye û pêşengê herî mezin e. 
 
'Birêz Ocalan ji bo aştiyê perspektîfên çareseriyê pêşkeş kir'
 
Hudayê da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo siberoja jinan û ji bo hemû gelan ji bo mijara jiyanek hevpar û jiyanek aştîyane perspektîfên çareseriyê pêşkeş kiriye. 
 
'Tiştên ku li Tirkiyeyê tên jiyîn berdewamiya tecrîdê ye'
 
Hudayê diyar kir ku hemû cîhan û gelê Tirkiyeyê bûye şahidê têkoşîna demokrasî û aştiyê ya Abdullah Ocalan û got:"Ev çenda sal in ku tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan didome. Ev tecrîda giran nîşanî me dide ku li vî welatî polîtaqaya şer di meriyetê de ye û rêveberiyek ku teslîmî polîtîqayên şer, tundî  û nefretê bûye heye. Loma ev tiştên ku li Tirkiyeyê tên jiyîn berdewamiya tecrîdê ye. "
 
'Hemû qenal li me qedexe kirin'
 
Her wiha Hudayê bi lêv kir ku bi sedan sîteyên înternetê hatine girtin, hemû qenalên ku bikaribin dengên xwe bidin bihîstin ji wan re hat qedexekirin û her wiha anî ziman ku heta qenalên navneteweyî jî ji wan re hatiye qedexekirin. Hudayê da zanîn ku ev pêknanînên ku li dijî wan tên kirin bi tecrîdê girêdayîne. 
 
Di heman demê de Hudayê bal kişand ser neheqiyên ku li Meclîsê hat jiyîn û wiha dewam kir:"Li TBMM'ê hewl dan ku mafê me yê axaftinê yê 20 dk. daxin 3 dk. yan. Her wiha bi helwesta qayyiman Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman bi awayekî ne mafdar li ser paldanka Birêz Mîthat Sancar rûnişt. Ev pêkanînên li dijî partiya me hemû bi tecrîdê girêdayî ne."
 
'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'
 
Hudayê da zanîn ku ew ê li kuçeyan, qadan, li parlamentoyê û li hemû qadên ku lê ne dê têkoşîna xwe bidomînin û got:"Ev têkoşîna me ya mirovatiyê, ya wicdanî û ya ehlaqî ye. Ev ne tenê têkoşînek polîtîk e, di heman demê de ev têkoşînek mirovatiyê ye. Ji bo jiyanek azad, bi ewle em ê heta dawî têbikoşin. Her mirovên ku li vî welatî dijî jiyanek wiha mafê wan e. Em ê bi hev re jiyanek azd, bi ewle û bi rûmet ava bikin."