Duyemîn rûniştina Nisêbînê di 16’ê Nîsanê de tê dîtin

  • 09:19 14 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di dema pevçûnan de ji 67 kesên hatin binçavkirin, rûniştina duyemîn a 50 kesî di 16’ê Nîsanê de tê dîtin. Rûniştina yekem di meha çile de hat dîtin û parastinên girtiyan mohra xwe li dîrokê dan û heyeta dadgehê derbarê parastina girtiyan de, serlêdana sûc kiribûn.
 
Li Nisêbînê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di vê pêvajoyê de di 26’ê Gulana 2016’an de 67 kes hatin tahliyekirin û hatibûn girtin. Doza 50 kesî di 16’ê nîsanê de wê bê dîtin. Rûniştina yekem a di meha çile de hatibû dîtin 9 rojan berdewam kiribû. Ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran ve li avahiya SGK’ê wê rûniştin pêk bê û girtî 76 caran bi muebeta giran tên darizandin.
 
Girtiyan dadgeh darizandin
 
Di rûniştina yekem de malbat û çapemenî bi zorê ketin hundir. Daxwazên parêzeran ên hefteyek berê hatibûn kirin jî ji aliyê heyeta dadgehê ve hat redkirin. Girtiyan parastina pêdiviya rêveberiya xweser kirin û dadgeh darizandin. Heyeta dadgehê derbarê parastinên hatin kirin de jî serlêdana sûc kiribû. Di heman demê de girtiyan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî şermezar kiribûn.