Meryem Gedro: Ji bo tendirustiya xwe dermanên xwezayî bi kar bînin

  • 09:01 14 Nîsan 2018
  • Rojane
Hevî Botan
 
EYN ISA - Meryem Gedro ya 40 salî  ku li gundê Hîşe yê girêdayî Eyn Isayê dijî, di temenê xwe yê biçûk de ji dayika xwe fêrî bikaranîna dermanên xwezayî bûye û niha van dermanan ji bo gelek nexweşiyan bi kar tîne.
 
Meryem Gedro di temenê biçûk de ji dayika xwe fêrî çêkirina dermanên xwezayî dibe. Pişît ku dayika wê jiyana xwe ji dest dide, karê dayika xwe berdewam dike. Meryem bi çêkirina dermanên xwezayî  nexweşêyên wekî  serêş, piştêş, lingêş, mîde  û îltihabê dermanan çêdike û bi vê dermankrinê debara xwe dike.
 
Meryem a ku niha 40 salî ye û ji pişta xwe astengdar e wiha bahsa xwe dike: "Ez dema zarok bûm dayika min ji giyayan dermanên xwezayî çê dikir û pê birînên mirovan derman dikir. Wê demê ez jî li gel dayika xwe min alîkariya wê dikir û ez jî jê ferî çêkirina van dermanan û bikaranîna wan bûm."
 
Bi dermankirina xwezayî debara xwe dike
 
Meryemê wiha bahsa jiyana xwe kir: "Ez ji pişta xwe astengdar im. Piştî ku zewicîm keçek min çê bû. Keça min jî wekî min astengdar bû. Wê demê hevjînê min em di nava xizaniyê de hiştin û terka me kir. Hevjînê min rojekê jî pirsa min nekir.  Wê demê ji bo ku debara xwe bikim min dermanên xwezayî ku çêkirina wan ji dayika xwe hîn bûbûm, min çê dikir. Min  ji gelek cureyên giya ku anîn gel hev derman çê kir. Min bi vî dermanî gelek kes derman kirin û min di heman demê de jî debara xwe kir."
 
'Ji gelek deveran kes ji bo dermankirinê tên'
 
Meryemê anî ziman ku ji giyayên çêdike nexweşiyên ku bijîşk ji bo wan çareyê nabînin derman dike û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Ez bi van dermanan nexweşiyên wekî Ser êş, êşa piştê, ya ling, mîde  û îltihaba di bedena mirovan de derman dikim. Ji Serê Kaniyê, Tepqa û Girê Sipî û Eyn Isa gelek kes berê xwe dide mala min ku ez wan derman bikim." 
 
'Çeteyan nedihiştin ku ez karê xwe bikim'
 
Meryem balkişand ser zilma  DAÎŞ'ê ku dema warê wan dagir kir û ev tişt got: "Çeteyên DAÎŞ'ê nedihiştin ku  karê xwe bikim û ji bo ku ez karê xwe nekim gelek zilm li min dikirin. Lê piştre em hatin rizgarkirin."  
 
Meryemê wiha dawî li axafitna xwe anî: "Derfetên min  ku ez cihekî firehtir de kar bikim û ji bo gel bibim bersiv tune ye. Ez bi derfetên xwe yên kêm bi qasî ku ji destên min tê ez dibim alîkar. Dermanên xwezayî baştir in û zerara wan tune ye ji bo vê ez dibêjim ku bila her kes dermanên xwezayî bi kar bîne."