Ji malbata Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê

  • 13:17 13 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmralê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin cara 71'emîn serî li serdozgeriyê dan.
 
Ji malbata Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş  Sabiha Aslan jî bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrasyê dan. 
 
Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 70 caran serlêdanên malbatan hatin redkirin.
 
Serlêdana Parêzeran a 746'an hat redkirin
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Nevruz Uysal, Cengîz Yureklî û Raziye Turgut bi armanca bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 746 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê dozger, serlêdana parêzeran red dike.
 
Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” 746 care tên redkirin.