Ji bo piştgiriya Efrînê li Serêkaniyê meş hat lidarxistin
- 12:19 13 Nîsan 2018
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Bi pêşengiya Kongreya Star bi armanca piştgiriya Efrînê li bajarokê Zirganê û gundewarê wê yên Serêkaniyê meş hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Kongreya Star bi armanca piştgiriya Efrînê û bi dirûşma "Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê berxwedanê bilind bikin" li bajarokê Zirganê û gundewarê wê yên Serêkaniyê meş hat lidarxistin. Meşê ji navenda çand û hunerê ya bajêr dest pê kir û heta Qada Şehîdan dewam kir. Di meşê de dirûşmên "Her der Efrîn her der berxwedan e", "Efrîn dê bibe gora faşîzmê" hat berzkirin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yên berxwedêrên ku li Efrînê jiyana xwe ji dest dabûn hat hilgirtin. Piştî gihaştina Qada Şehîdan meş veguhert mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsûf axivî û got:"Bi têkoşîna şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê berxwedana serdemê di cîhanê de bû mînakek girîng."
Hediyeyê da zanîn ku Efrîn sembola keda jinê ye û got:"Ji bo rêxistinê û pêşketina civakê jinên Kurd rolek girîng lîstin. Bi êrîşên li ser Efrînê destkeftiyên jinê û projeya federaliya demokratîk hedef hat girtin. Lê em ê heta dawî ji bo destkeftiyên xwe û mafê jinê têbikoşin."
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.