‘Di girtîgehê de jimartina li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin’

  • 11:08 13 Nîsan 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Dilbirîn Turgut a ku li Girtîgeha Jinan a Tarsusê dimîne bi nameya ku şand behsa zext û binpêkirina mafan ên li girtîgehê kir. Dilbirînê got ku di girtîgehê de ‘Jimartina li ser piyan’ a bi darê zorê li wan ferz dikin.
 
Dilbirîn Turgut a ku li Girtîgeha Jinan a Tarsusê dimîne bi nameya ku şand zextên li girtiyan tên ferzkirin vegot.  Dilbirînê di nasnameya xwe de aniye ziman ku di girtîgê de li dijî wan zext gelek zêde bûne û li girtiyan jimartina li ser piyan û di bin zorê de tê ferzkirin.
 
Dilbirînê di nameya ku şandiye de tîne  ziman ku di girtîgehê de gardiyan li dijî wan tundiya fîzîkî û derûnî pêk tînin û bi lêv kir ku ji ber îşkenceya fîzîkî ku li wan tê kirin wan  pêşniyarpirs ji TBMM’ê re şandin û di berdewama nameyê de wiha dibêje: “Derbarê îşkenceya ku li me tê kirin de raporên derbkirinê û belge hatine amadekirin. Ji bo ku rewşa girtîgehan di rojeva Wezareta Dadê de bê dîtin neçar man ku pisporên xwe bişînin girtîgehê ku lêkolîn bike. Herçend ku li girtîgehê lêkolîn hat krin jî  em nizanin ku raporeke çawa hatiye amadekirin. Lewra jî tu agahiya me jê tune ye. Piştî lêkolînê tu guhertin neha kirin û dijberî wê  di  girtîgehê de zext û îşkence zêde bû.  Em her roj bi îşkenceyeke dinê re rû bi rû dimînin. Herî hejmartina li ser pian a bi darê zoarê li me hatiye ferzkirin. Personelên girtîgehê serê sibehê û êvarê rojê bi giştî du caran tê jimartinê dide kirin.”
 
Ferzkirina ‘kincên yekreng 
 
Dilbirîn di berdewama nameya xwe de diyar kir ku li girtîgehan serî li rêbazên di dema darbeya 12'ê Îlona 1980'an didin û wiha berdewam kir: “Bi rêbazên ku di 12'ê îlonê de li girtîgehan tevdigeriyan ku bi ser neketin nêzî me dibin, lê çawa ku wê rojê bi ser neketin wê îro jî bi ser nekevin.  Dema ku di 12'ê Îlonê de nîzama leşkerî hat ferzkirin girtiyên siyasî bedena xwe dan ber mirinê, ev pêkanîn qebûl nekirin û  vala derxistin.  Li gel ku van hemû rastiyan baş dizanin çima carekedin  serî li heman rêbazan didin. Bi van pêanînên xwe yên dijmirovî dixwazin li girtîehan îteatkariyê pêş bixin. Di nava van poîtîkayên wan ên qirêj de ferzkirina 'kincên yekreng' jî heye.”
 
‘Em zextan qebûl nakin’
 
Dilbirîn di dawiya nameya xwe de bi lêv kir ku ew nirxê demokrasiyê diparêzin û mirovên bûmet in û wiha dawî li nameya xwe anî: “Em leşker nînin. Lewra jî çima em tevlî rêbazên leşkerî bibin?  Mirov nikare vê sosyolojiyê binirxîne. Ji ber ku em van pêkanînan qebûl nakin her roj derbarê me de girtîname tên nivîsîn. Hîn hevalên me 4-5 mehên wan mane ku tahliye bibin ji ber van girtenameyan nayên tahliyekirin. Bi vê rêbazê dixwazin ku dema wan a li girtîehan zêde bikin. Em van zextên ku di girtîgehan tên kirin qebûl nakin.”