'Zêdebûna karkeriya zarokan îstîsmarkirina zarokan e'
- 09:20 13 Nîsan 2018
- Rojane
WAN - Derbarê zarokên karker de civaknas Rojbîn Firat nirxandin kir û anî ziman ku li Tirkiyeyê her ji sê karkeran yek jê zarok e û di rapora sala 2017’an de hatibû aşkerekirin ku li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker gihiştiye milyonekê.
Civaknas Robîn Firat rewşa zarokên karker a li Tirkiyeyê nirxand û anî ziman ku li Tirkiyeyê herî zêde mafên zarokan tê binpêkirin. Rojbînê got ku li gorî Rapora ku di sala 2017’an de hatibû aşkerekirin li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker gihiştibû milyonekê û ji van zarokan ji sedî 78'ên van zarokan ji derveyî qeydê têne xebitandin. Rojbînê bal kişand ser binpêkirina mafên zarokan a di sala 2016'an de jî û wiha got: " Di sala 2016’an de jî 56 zarokan di dema xebatê de jiyana xwe ji dest dan."
Rojbînê bal kişand ser nêzîkatiya netewan a li hemberî karkeriya zarokan û got ku li Rojhilata Navîn şer pêşiya karkeriya zarokan vedik e.
Sersariya UNÎCEF'ê
Rojbînê di berdawamiya axiftina xwe de anî ziman ku berpirsyariya aborî li ser zarokên karker pêşiya texrîbatên mezin ên derûnî û civakî vedike û wiha axivi:” Îro di nifşê dawî de bi taybetî jî zarokên ku ji ber şer koçber bûn, xwe ji aboriya malê berpirsiyar dibînin. Ev ne bi daxwaziya zarokan e û ji neçarî ye. Ev ne tenê pirsgirikên serbixwe ne. Karkeriya zarokan pirsgirîka navneteweyî ye. Niha li Rojhilata navîn şer li ser nasname, ziman û çanda zarokan bandoreke mezin dike. Şer dibe sedema ji dûrketina jiyanê ya zarokan. Zarokên karker rûyê şer in. Di şexsê zarokên koçber de civak tên fetisandin. Bi taybetî şer bandoreke mezin li ser jiyana zarokên koçber dike. Koçebrî bi taybetî li ser zarokan bandora neyînî dike.Ji ber ku zarok di civakeke biyanî de nikarin jiyaneke xweş xeyal bikin. Ji ber ku di civaka biyanî de nakokiyên li ser cûdabûna ziman, çand û nasnameye dibe astengiya herî mezin. Li cîhanê herî zêde bahsamafên zarokan tê kirin lê herî zêde jî mafên wan tê binpêkirin."
Rojbînê di warê binpêkirina mafên zarokan de UNÎCEF'ê jî rexnekir û ev tişt got:" UNİCEF'ê hetanî niha ji bo ku karkeriya zarokan bide sekinandin, xebateke berfireh nedaye meşandin. Her roj hejmara zarokên karker mezintir dibe. Li ser her dezgehekî, li her kolanekê û li ser her avahiyên înşaatê zarokên karker hene. Li Tirkiyeyê mafên zarokan zêde tê binpêkirin."
‘Karkeriya zarokan îstîsmarkirina mafê zarokan e’
Rojbînê diyar kir ku li hemberî karkeriya zarokan herkes bêdeng e û got ku xebata zarokan îstîsmarkirina mafên zarokan e û wiha pê de çû;”Di Rojhilata Navîn de demeke dirêje şerekî politik heye. Di encama şer de herî zêde jin û zarok bedelên giran didin. Her roj bi sedan jin û zarok ji ser axa xwe koçber dibin. Herkes qêrîna koçberiyê dibihîze. Lê mixabin herkes bêdeng dimîne. Ev yek rastiya di warê aborî, çandî,ehleqî û polîtîk de nîşanî me dide. Gelek zarok di bin şertên herî xirab de tên xebitandi. Di kolan û sûkan de di her gavek me de zarokên ku destmalan difiroşin yan jî karekî din dikin dikevin pêşberî me. Karkeriya zarokan îstîsmarkirina mafên zarokan e."
‘Welat li hemberî zarokan hestiyar tevnagerin’
Rojbînê herî dawî bi lêv kir ku ji bo ku pêşiya karkeriya zarokan bê girtin divê gavên girîng bên avêtin û wiha domand:”Her roj bi hezaran koçber bi riya revê diçin welatên cuda gelek ji van di dema çûyinê de jiyana xwe ji dest didin. Ji van kesên ku jiyana xwe ji dest didin ji sisê yekê wan zarok e. Divê pêşiya van bê girtin. Ger ku her welatek karkeriya zarokan wekî pirsgirîkeke civakî dîtiba niha karkeriya zarokan wê yan hatiba sekinandin, yan jî kêm bibûna. Li tu welat li hemberî karkeriya zarokan hêstiyar tevnagerin.”