Parêzer Several Ballikaya: Bi Abdullah Ocalan re hêviya aştiyê şîn bibû

  • 09:06 13 Nîsan 2018
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
STENBOL- Parêzer Several Ballikaya diyar kir ku pergala Girtîgeha Îmraliyê bi OHAL’ê re ketiye teşeyek din û wiha got: “Abdullah Ocalan beriya girtiyekî hêzek siyasî ye. Di civakê de kurt berdewam bike jî bi pêşengiya Birêz Abdullah Ocalan re hêviya aştiyê şîn bibû.” 
 
Li girtîgeha Tîpa F ya bi Elwehiya Bilind a Îmraliyê ev 19 sal e li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîd didome û hevdîtina bi malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê re jî hat astengkirin. Malbat û parêzerên wî bi dehan carî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê bi hincetên ‘koster xerabe ye’ û ‘hewa ne başe’ bê encam dimînin û ji 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde bi OHAL’ê re jî ev tecrîd girantir bû.
 
 
Parêzer Several Ballikaya balkişand ser girîngiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û wiha pê de çû: “ Pergala Îmraliyê ji 1999’an şûnde bi tecrîdê berdewam kiriye. Di 2011’an de hevdîtina bi parêzeran re hat sekinandin. Gelek parêzerên wî hatin girtin. Ji 2011’an şûnde parêzer negirtin girtîgehê. Di 2015’an de bi parlamenteran re hevdîtin hebûn. Herî dawî Abdullah Ocalan di 2016’an de bi birayê xwe re hevdîtin kir. Ji bilî vê hevdîtin nehat kirin. Li Îmraliyê pergalek tûnd tê pêkanîn.” 
 
‘Yên di rapora CPT’ê de cih digirin li dij destura bingehînin’ 
 
Severalê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ev pergal li dijî rêgezên hiqûqê ye û wiha pê de çû: “Ev binpêkirina hiqûqê ye. Pêkanînên di rapora CPT de cih digirin,di demeke ku hîna evqas zext tunebûn de hatiye amadekirin. Rewşa niha pir giran e. Yên di raporê de hatine nivîsandin jî li dijî hiqûq û destura bingehîn in. Girtî ji tu mafên xwe fêdeyê nagirin.”
 
‘Abdullah Ocalan hêzek siyasî ye’ 
 
Severalê daxuyakirin ku li girtîgehên Tîpa F yên li Tirkiyeyê zext û binpêkirina mafan giran bûye û pergala li Îmraliyê pêk tê ji pêkanînên li pergala Tîpa F cudatirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgehên Tîpa F bi malbat û parêzeran re astengî hebin jî dikare hevdîtin pêk bên. Lê li Îmraliyê tiştek wisa ne pêkan e. Em ji pergala wan bi fikar in. Her wiha Abdullah Ocalan beriya girtiyekî hêzek siyasî ye. Rewşa wî gelek girîng e.
 
 Severalê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tecrîdê û bi lêv kir ku divê demildest tecrîd ji holê rabe û hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dest pê bikin. Her wiha Severalê bang kir ku divê dest ji rejîma Îmraliyê bê berdan.