Sultana ku ji ber zextên jiyanê koçber bûye têdikoşe

  • 09:02 13 Nîsan 2018
  • Rojane
AMED - Sultan Senan(45) a ku bi eslê xwe ji gundê Demo yê  Wêranşarê ye, ji ber ,zextên jiyanê koçberî Amedê bûye û li Amedê di bazaran de bi firotina îsota hurkirî debara xwe dike.
 
Jin hêviya jiyanê û pêşerojê ne. Ger jin nebe jiyan bê wate ye. Ji ber ku barê jiyanê tim li ser milên jinan e. Kesa ku debara malê dike jin e. Ji van jinan yek jî Sultan Senan(45) e. Sultanê bi eslê xwe ji gundê Demo yê  navçeya Wêranşar a Rihayê ye. Dema li gund bû bi xedîkrina sewalan debara xwe kiriye. Lê piştî ku hatiye bajêr ji bo ku debaraa xwe bike li bazaran dest bi bazarvaniyê kiriye û bi îsota hurkirî  ku li bazaran difroşe debara xwe dike. 
 
Sultanê ji me re wiha bahsa jiyana xwe dike: “Ez li gund gelek kêfxweş û bextewar bûm. Min sewal xwedî dikirin û hevjînê min di karê findiqan de dixebitî, lê belê heqdestê ku heq dikir nedigirt. Em jî ji bo debara xwe bikin me hemû  heywanên xwe firotin û em hatin li Amedê bi cih bûn. Ji bo ku em debara xwe bikin jî ez li bazarê dixebitim.”
 
‘Em li Wêranşarê di erdan de dixebitin’
 
Sultanê a ku bahsa zahmetiyên li gund jiyaye kir wiha dirêjî da axaftina xwe “Em li Wêranşarê di erdan de dixebitin. Erd yên me nîn bû. Me bi xwediyê erd re şirîkantî dikir. Dema çandina zeviyan de hemû tişt aydê me bû. Ji çar parçeyan dudu ji me re, dudu jî ji xwediyê erdê re bû. Lê me ji vî karê xwe zêde sud negirtin. Ji ber ku hem pêdiviyên ji bo çandiniyê tiştên wekî tov, gubere û her wekîdin aîdê me bû me zerar dikir. Dema ku karkerên din dihatin ji bo alîkariyê heqdestê wan jî aîdê me bû. Me îsot kom dikr û hişk dikr. Piştî ku me hişk dikir jî me dibir fabrîkeyê û dikir îsota hur.”
 
'Li Wêranşarê kesên vî karî dikin zêde bûn'
 
Min xest ku vê îsota tê hurkirin bifiroşim û pê debara xwe bikim. Min li Wêranşarê ceriband lê nebû ji ber ku her kes li wê vî karî dikie.  Ji ber wê jî ez hatim Amedê.  lê li Wêranşarê kesên vî karî dikin gelek zêde bûn û ji ber vê ez hatim Amedê.  Ez her roj li bazarekê de firotina îsota hûr dikim. Karê min vê gavê baş diçe û qezenca min jî bi kêrî min tê. Ji ber ku li vir îsota bi desta hatiye çêkirin zêde nayê firotan. Carna zêde qezenc dikim û carna jî kêm qezenc dikim.  Jiyana vir jî ne hêsane. ji  ber ku  hem kirêya malê û heqê ceyran û avê jî didim.”
 
'Koçberî zahmet e'
 
Sultanê di dawiya axaftina xwe de got ku koçberî zahmet e û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Min ji Wêranşarê gelek hez dikir .Lê ji ber zahmetiyên jiyanê ez bûm koçber. Bila jin tim li dijî hemû astengiyan û zehmetiyan li ser nigên xwe bisekinin. Ji ber ku jin jiyanê ava dikin û hemû tişt li ser milên jinan e.”