ROJEVA 13'Ê NÎSNA 2018'AN
- 09:00 13 Nîsan 2018
- Rojev
*Sultan Senan(45) a ku bi eslê xwe ji gundê Demo yê Wêranşarê ye, ji ber ,zextên jiyanê koçberî Amedê bûye û li Amedê di bazaran de bi firotina îsota hurkirî debara xwe dike.BI DÎMEN
*Derbarê zarokên karker de civaknas Rojbîn Firat nirxandin kir û anî ziman ku li Tirkiyeyê her ji sê karkeran yek jê zarok e û di rapora sala 2017’an de hatibû aşkerekirin ku li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker gihiştiye milyonekê.
Rêvebera Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Firyal Hesen derbarê dîplomasiyê û Netewa Demokratîk de nirxandin kir. Firyal diyar kir ku Netewa Demokratîk, bi jiyana komînal, rêveberiya xweser, civaka azad û bi jina azad tê misogerkirin.
*Dilbirîn Turgut a ku li Girtîgeha Jinan a Tarsusê dimîne bi nameya ku şand behsa zext û binpêkirina mafan ên li girtîgehê kir. Dilbirînê got ku di girtîgehê de ‘Jimartina li ser piyan’ a bi darê zorê li wan ferz dikin.
*Parêzer Several Ballikaya diyar kir ku pergala Girtîgeha Îmraliyê bi OHAL’ê re ketiye teşeyek din û wiha got: “Ocalan beriya girtiyekî hêzek siyasiye. Di civakê de kurt berdewam bike jî bi pêşeniya Birêz Ocalan re hêviya aştiyê şîn bibû.”BI DÎMEN
*Di bin navê KCK’ê de di 14’ê Nîsana 2009’an de operasyonên qirkirina siyasî dest pêkirin û tevî di ser re 9 sal derbasd bûye jî nûnerên kurd hîna dîl girtî ne. Parêzer Reyhan Yalçindag got operasyonên KCK’ê îro bi operasyonek qirkirina siyasî ya din didomin û dadgeh li dij destura bingehîn biryaran didin.
*Parêzer Pinar Çelîk Arpaci pêşnûmeqanûna der barê îstîsmara zarokan de nirxand û diyar kir ku xesandina kîmyewî ne çareseriye û wiha pê de çû: “Ji bo pêşî li sûc bê girtin qanûn divê her cureyê tedbîrê bigire. nêzîkatiyên ji çareseriyê dûr ne rastin.
*Asefe Kuruça ya temenê wê yê 100 salî di nav axê de derbas bûye, niha li baxçeyê mala xwe kulîlkan diçîne. Asefe bang li ciwanan dike ku ji xwezayê qût nebin û got pirsgirêka herî mezin eve ku li ber mala wê ava kanalîzasyonê derbas dibe. BI DÎMEN
*Nesîbe Ozen ya ji gundên derdorê gîha kom dike û li bazarê difroşe wiha dibêje: “Li ser vê axê çi cure nebat bêjin hene. Hemû jî ji bo tenduristiya mirovan baş in.” BI DÎMEN