Nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek serbest hat berdan

  • 17:28 12 Nîsan 2018
  • Rojane
EDENE - Nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek a ku wekî hincet wêneyên ku kişandibû hat nîşandan û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin serbest hat berdan. 
 
Di 30'ê Adarê de li Edene, Stenbol, Isparta, Mêrsîn, Osmaniye û Mêrdîne di encama serdegirtina malan a hemwextî de tevî nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek 38 kes hatibûn binçavkirin. 31 kes bi hinceta beyanên şahidan, parvekirinên medyaya civakî û beşdarî şûna Şemdin Eye (Serhildan Dêrik) bûne, piştî karên emniyetê sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. Îfadeya 31 kesên li dozgeriyê bi dawî bû. 
 
Tevî nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek 17 kes piştî îfadeyên wan ên li dadgeriyê, bi qedexeya derketina derveyî welat serbest hatin berdan. 
 
Karê dadgeriyê yê 13 kesan hîn dewam dike.