Nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
- 16:48 12 Nîsan 2018
- Rojane
EDENE - Nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek a ku di encama operasyona Edeneyê de hat binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
Di 30'ê Adarê de li Edene, Stenbol, Isparta, Mêrsîn, Osmaniye û Mêrdîne di encama serdegirtina malan a hemwextî de tevî nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek 38 kes hatibûn binçavkirin. 31 kes bi hinceta beyanên şahidan, parvekirinên medyaya civakî û beşdarî şûna Şemdin Eye (Serhildan Dêrik) bûne, piştî karên emniyetê sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. Îfadeya 31 kesên li dozgeriyê bi dawî bû.
Wêneyên ku nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek di şûna Şemdin Eye yê YPG'yî kişandibû wekî hêmanê sûcê hat qebûlkirin û Fîlîzê bi îdiaya "Endamê Rêxistinê ye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya lêkolînê hat kirin. 30 kesên din jî bi hinceta ku beşdarî cenazeyê Şemdin Eye bûne û ji ber parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî bi îdiaya "Endamên rêxistinê", "Propagandaya rêxistinê kiriye" sewqî dadgeriya lêkolînê hatin kirin.
Karên dadgeriyê yên kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, didome.