Şer û koçberî bandora neyînî li er jiyana zarokan dike

  • 14:29 12 Nîsan 2018
  • Rojane
Hevî Botan
 
EYN ÎSA-Şerê Sûriye yê ku  ev 7 sal in berdewam dike bandorek mezin  a neyînî li ser zarokan çêdike. Zarok di warê  derûnî, fikrî, nêzikatî û  xeyalî de jî koçberiyê dijîn.
 
Şerê desthilatdariyê yê li Sûriyeyê ku ev 7 sal in berdewmadike bû sedema koçberbûna bi hezaran malbat û qetilkirina  bi hazaran zarokan. Lê zarok her çend ku di nav şerde jî mezin bibin li her derê zarok in û dixwazin ku zarokatiya xwe bijîn.  Zarokên ku di nava şer de derfet dibînin bilîzin di lîstikên wan de bandora şer bi her awayî xwe dide der.
 
Zarokên Eyn Îsa yên ku di nava şer de mezin dibin şêweyê lîstên wan jî hatiye guhertin. Zarokên ku bahsa lîstikên xwe kirin wiha gotin: "Em dema dilîzin ji bo xwe konan vedidin û di bin konan de dilîzin. Ji ber ku kon me diparêzin."
 
Zarokên bi navê Seda Jideyî û Ezra Salih jî wiha bahsa lîstikên ku dilîzin kirin: "Em her êvar em û hevalên xwe yên zarok kom dibin û dest bi lîstikê dikin. Beriya ku em det bi lîstikê bikin em konan vedidin. Em ji xaniyan zêdetir ji konan hez dikin. Ji ber ku derdora kon vekiriye û em dikarin derdora xwe bibînin."
 
Zarokên bi navê Sede Jideyî û Ezarî Salih jî axivîn û gotin: "Her êvaran em zarokan li hev dicivîn û dest bi lîstoka xwe dikin û konan vedigrin.Em ji xaniya zêdetir ji konan hez dikin, ji ber ku derdora konan vekirîne, em dikarin, di hindirê konan de li derdor û xwezayê jî binêrîn."
 
Zarokê binavê Eudeyî Jideyî got: "Her sibê dema ku ez radibûm çavê min li Konê Koçberan yên ku li Eyn Isa yê  ne dikeve, min ev kon meraq kirin û min ji hevlê xwe re got;"Em jî ji xwere konekî çêbikin. Ji ber ku hemû zarokên koçberan di nav konan de dijîn. Hevalê min jî got ku jiyana bin konan gelek xweş e û me jî ji bo xwe kon veda."