Nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek sewqî edliyeyê hat kirin

  • 12:29 12 Nîsan 2018
  • Rojane
EDENE - Di encama operasyona binçavkirinê ya hemwext de tevî nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek 38 kes hatibûn binçavkirin. Îro jê 31 kes sewqî edliyeyê hat kirin.  
 
Di 30'ê Adarê de li Edene, Stenbol, Isparta, Mêrsîn, Osmaniye û Mêrdîne di encama serdegirtina malan a hemwextî de tevî nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek 38 kes hatibûn binçavkirin. 31 kes bi hinceta beyanên şahidan, parvekirinên medyaya civakî û beşdarî şûna Şemdin Eye (Serhildan Dêrik) bûne, piştî karên emniyetê sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. 
 
Karên dozgeriyê yên 31 kesên ku hatin binçavkirin didome.