Pirebokên Kampusê ji bo konferansa xwe ya duyemîn banga tevlibûnê kirin

  • 12:14 12 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrebokên Kampusê ji bo konferansa xwe ya duyemîn ku wê di navbera 5-6'ê Gulanê de li dar bixin banga tevlibûnê li jinan kirin û wiha gotin: "Me da ser şopa hev. Em ji hev hîn bûn. Ji bîr neke azadî di destê me de ye."
 
Pîrebokên Kampusê, wê di navbera 5-6'ê Gulanê de li Salona Konferansê ya Pîr Sultan Abdal  bi dirûşma "Azadî di detê me de ye"  li Îçerenkoya Stenbolê konferansa xwe ya duyemîn li dar bixe.  Pîrebokên Kampusê ku konferansa xwe ya yekemîn di 28'ê Sibata  2016'an de li Zanîngeha Bogazîçî ya li Senbolê li dar xistibûn, ji bo konferansa xwe ya duyem dest bi qebûlkirina serlêdanan kir.  Pîrebokên Kampusê ku ji bo konferansa xwe banga tevlibûnê kirin daxuyaniyek dan.
 
Pîrebokên Kampusê ku gotin ew ji chê hêvî û piştevaniyê bang dikin di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Li tirkiyeyê îktîdara mêr  li pey rejîmeke nû dibeze û her tiştî bi erdê re dike yek . Îktîdara heyî ji bo ku ser têkçûna xwe bigire tundiyê zêde dike.  Krîz her ku diçe kur dibe lê dîroka têkçûna îktîdarê nayê zanîn. Tundiya ku li ser jinan zêde bûye mirov nikare ji polîtîkayên tên pêşxistin cuda bigire det.  Pîtîkayên olî yên muhafazakar ên îktîdarê jiyana jinan ji wan didize.  Li aliyekî şer tê kûrkirin û li aliyê din jî qanûnên dijberî jinên di şevekê de tên derxistin û dikevin meriyetê .Lê welatê me yê ku sala buhirî 420 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, îstîsmara zarokan jî roj bi roj zêde dibe .Saziyên delwletê yên ku dijberiya jin û zarokan dikin  dixwazin ku ser van hemû pêkanînên neyînî bigirin. Lê em dizanin ku tecrûbeyeke me ya ji kurahiya dîrokê tê heye. Li cîhaneke ku mêr lê serdest bin ji jinan re mafê jiyanê tune ye. Rêya xwe em ê bi xwe vekirin. Dara azadiyê şîn dibe.
 
Divê çarçoveyê de em bang li hemû jinên li Tirkiyeyê dikin ku tevli Konferansa me ya duyemîn a ku em ê di navbera 5-6'ê Gulanê de li Salona Konferansê ya Pîrsultan Abdal a li Îçerenkoya Stenbolê li dar bixin bibin."