Li ser rêya Helebê teqîn: 11 Efrîniyan jiyana xwe ji dest dan

  • 11:35 12 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek gelê Efrînê yên diçûn Helebê li pê mayinê kirin. Di encama teqîna mayinê de 11 kesî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Komek gelê Efrînê ku ji Kantona Şehbayê diçûn Helebê pê li mayina li ser rê kirin. Hat ragihandin ku di encama teqînê de 11 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku mayina li gundê Til Cebînê bi cih bûye ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye bicihkirin. 
 
Kesên ku jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha ne: Fîdan Xelîl (62), Şêrîn Hemed Wesîmo (30), Hesen Syido (86), Qudret Mûsa Silêman (65), Hemîda Xelîl Hiso (23), Rohîn Yasir Ebdo (6 aylık) û Yasir Hesen Ebdo (36) Zekiya Mihemed Bekir (56), Newroz Menan Mihemed (30), Welat Mihemed Bekir (6), Nûjîn Mihemed Bekir (3).