TAJÊ ji bo Cejna Hefteya Zarokan daxuyanî da
- 10:47 12 Nîsan 2018
- Rojane
ŞENGAL - TAJÊ derbarê Cejna Hefteya Zarokan de daxuyanî da û got ji bo zarok êdî neyên qetilkirin, ji bo zarok bi awayekî kole neyên bikaranîn û ji bo jiyanek azad û wekhev em ê têkoşîna xwe zindîtir û bilintir bikin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê Cejna Hefteya Zarokan de daxuyanî da û hat ragihandin ku di şer de yên ku herî zêde bi bandor dibin û diçewisin zarok in, divê di serî de zarok bên parastin.
Di daxuyaniyê de di serî de Cejna Hefteya Zarokên ku di şer de mafên wan ên azadiyê jê hatiye girtin hat pîrozkirin û wiha dewam kir:" Di vê serdema ku di cîhanê de şerên mezin diqewime de, herî zêde mafê zarokan ji destên wan tên girtin û di her alî de bi bandor dibin. Yên ku bi van şer û pevçûnan re rû bi rû dimînin zarok in. Bi taybet di rojhilata navîn de ji ber tevliheviya ku heye, şerê ku heye nayê hiştin ku zarok bi awayekî azad bijî. Heya ew zarok mezin dibin jî her tim di binhişiya wan de dîmenên êş û zilmê dimînin. Ev şer heya roja me ya îro jî hîna berdewam dike. Disa mafê zarokan tê binpêkirin, bi hezaran zarok tên kuştin, tên tirsandin û têne kolekirin. Ew dilê wan yê paqij bi kîn û bi nefretê tê tijekirin. Di vê serdemê de li şûna ku pêşerojeke azad were avakirin zarok ji temenê xwe zêdetir êş, azar û zehmetiyan dibînin. Li şûna ku zarok bi xweşî, coş bêne mezinkirin li welatê xwe bi dengên gule, tang, top û balafiran tên mezinkirin. Ew kenê li ser rûyê wan ê xweşik di rûyê wan de tê sarkirin, dicemide, kenê wan li ser rûyê wan dibe giriyên bi salan. Carna dikene lê di dil de digirî, di dilê zarokan de êş û kulên bi hezaran salî tê jiyîn."
'Ji bo jiyanek azad û wekhev em ê têkoşîna xwe mezintir bikin'
Di daxuyaniyê de soza berdewamiya parastina mafên zarokan hat dayin û dewam kir: "Bi hezaran zarok li ber çavên cîhanê hatin qetilkirin. Lê kesên ku xwe wekî parêzkarê mafên mirovan didîtin ker û lal bûn. Di sedsala 21'emîn de ji bo laşê zarok xera nebe li Cizîrê di sarincandan hatin hilanîn. Li Sûrê, Cizîrê, Efrînê, Kobanê, Şengalê ji aliyê dagirkeran û desthilatdaran ve zarok hatin qetilkirin. Di nava vî şerê qirêj ê cîhanê de herî zêde zarok êşiyan. Divê em hemû kes mafê zarokan ê jiyanê biparêzin. Ji bo êdî zarok neyên qetilkirin, neyên kuştin, neyên kolekirin, ji bo di cihaneke azad û wekhev de bijîn, em ê tekoşîna xwe mezindîtir û bilindtir bikin. Em dibêjin zarok hêvî û pêşeroja me ye em ê lê xwedî derkevin û mafê zarokan ê jiyanê biparêzin."