Hêvîn Reşîd: Efrîn a Efrîniya ye
- 09:46 12 Nîsan 2018
- Rojane
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Efrînê Hêvîn Reşîd rewşa dawî ya gelê Efrînê nirxand û diyar kir ku ji ber hejmar zêde ye, dê kampek nû were avakirin.
Di derbarê rewşa dawî ya gelê Efrînê de Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Efrînê Hêvîn Reşîd diyar kir ku pêdiviyên gel zêde ye û ew ji bo pêdiviyên gel dixebitin. Hêvînê diyar kir ku Berxwedana Serdemê di roja xwe ya 81'an de ye û li kampê berxwedan dewam dike.
Hêvînê diyar kir ku berxwedana gelê Efrînê li kampa berxwedanê didome û got:"Gelê ku li Efrînê mane ji aliyê dewleta tirk û OSO'yê ve bi her cureyên tundiyê rû bi rû dimînin. Malên gel talan dikin û zarokên biçûk bi zorê dişînin perwerdeya leşkerî. Gelê li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê dimînin jî berxwedana xwe didomînin. Banga me ji hemû rêxistinên mafên mirovan ew e ku li dijî zilm û dagirkeriya li ser Efrînê bêdeng nemînin û ji bo pêdiviyên koçberan hestiyar tev bigerin."
'Efrîn a gelê Efrînê ye'
Hêvînê diyar kir ku Efrîn a Efrîniya ye û got:"Li Şehbayê ji bo koçberan em ê kampek nû ava bikin. Ji bo pêdiviyên gelê me yê ku ji Efrînê koç kirin em ji dil û can dixebitin. Ev dagirkeriya li ser Efrînê dê bi têkoşîna gelê Kurd, bi dawî bibe. Gelê Efrînê tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin û Efrîn a gelê Efrînê ye."