Êzidiyan Çarşema Sor pîroz kirin
- 09:28 12 Nîsan 2018
- Rojane
Roj Ûmût
ŞENGAL - Êzidiyan li Şengalê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan Çarşema Sor pîroz kirin.
Çarşema Sor ji aliyê Êzidiyan ve wekî cejna xweza û vejînê her sal tê pîrozkirin. Êzidiyan îsal jî li Şengalê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan Çarşema Sor pîroz kirin. Hêk hatin boyaxkirin û li ser Şehîdgehê fitîl hatin pêxistin.
Canê Silêman derbarê Çarşema Sor de axivî û got:"Ez Çarşema Sor li hemû Êzidî û li gelê Efrînê pîroz dikim. Em hêvî dikin ku ev cejna bibe vesîleya azadiya Rêber Apo û Êzidiyên ku hîn di destên çeteyên DAÎŞ'ê de ne."
Endama TAJÊ Cazya Hewran jî wiha got:"Em Cejna Çarşema Sor li hemû şehîdên xwe pîroz dikin. Bi saya şehîdên xwe civakê vejînek nû jiya. Em deyndarê Rêber Apo û şehîdên xwe ne, em qenciya wan tu car ji bîr nakin. Bi saya wan em hene."