Meles Tekîn a di 73 saliya xwe de hatiye girtin: Bi dehan dayikên wek min hene
- 09:18 12 Nîsan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Meles Tekîn a li Dêrikê di 2’ê Nîsanê de ji ber sedema cezayê wê teqez bûye hat girtin, nameyek ji Wezareta Dadê re şand û got: “Bi dehan dayikên wek min hene.
Li Dêrik a Mêrdînê Meles Tekîn a 73 salî 12 roj berê bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê teqez bûye hat biçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Meles ku yek ji dayikên di 2015’an de tevlî çalakiya mertalên zindî ya ji bo pevçûnên li Çiyayê Bagokê bên sekinandin û mirin rawestandin pêk hat, bû bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Meles a ku nexweşa şekir, tansiyon û gelekên din e, ji aliyê xizmên wê ve hat gotin ku ew girtine koxuşa serbixweya û hewcedariyên xwe yên rojane jî bi zor tîne cih.
‘Tevî nexweşiyê moralê wê baş e’
Zarokên Melesê destnîşan kirin ku dayika wan xwendin û nivîsandina wê tuneye û ji ber vê bêyî jê bipirsin ew xistine koxuşa serbixweyan û gotin ji bo dayika wan ji vê koxuşê derkeve daxwazname dane û tevî nexweşiyên dayika wan moralê wê gelek baş bûye.
Melesê bi hevkariya zarokên xwe peyamek şand û wiha got: “Ez li vir baş im. Tevî her tiştî moralê min baş e. Ez ji wezareta dadê re jî nameyekê dişînim. Wek min bi dehan dayik hene.”
Melesê derbarê cezayê ji aliyê dadgehê ve hatibû dayîn de di roportajek xwe de îfadeyên ‘Ez ne poşman im, dîsa hebe ez ê dîsa bikim’ dabû.
Zarokên Melesê ji bo dayika wan ji serbestiya bi kontrol fêdeyê bigire wê serlêdanê bikin.
Mevlude ya 30 salî jî li girtîgeha Şakranê ye
Berê jî li Dêrikê Dayika Aştiyê Mevlude Baştaş a 60 salî bi hinceta cezayê derbarê wê de teqez bûye hatibû girtin û ji Mijdara 2017’an heta niha li Girtîgeha Şakranê girtiye. Mevlude ya du caran qeyrana dil derbas kir û dermanên wê nayên dayîn tevî ku du caran ji serbestiya bi kontrol fêdeyê bigire serlêdan kir jî tu encam negirt