Jinên Efrînê: Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin

  • 09:10 12 Nîsan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA  - Jinên herêma Efrînê ku di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de neçar man ku koçî Kantona Şehbayê bikin derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anîn ziman ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan li dij hikukê ye û nayê qebûlkirin. 
 
Jinên herêma Efrînê ku di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de neçar man ku koçî Kantona Şehbayê bikin tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Bi milyonan gelê Kurd li ser felsefeya Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin. Loma tecrîda giran a li ser Rêber Apo di heman demê de li ser bi milyonan gelê Kurd tê kirin. Divê ev tecrîd demildest bi dawî bibe."
 
Jina bi navê Sîlva Reşîd diyar kir ku gelê Kurd xwedî vîneke bi hêz e û got:"Ji ber ku bi milyonan Kurd şopdarên Abdullah Ocalan e loma ev tecrîda giran di heman demê de li ser gelê Kurd jî tê kirin. Divê hemû sazî û dezgeyên navneteweyî û CPT rêzê nîşanî vîna bi milyonan gelî bide û li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin."
 
'Tecrîda giran rê li jiyanek azad û aram digire'
 
Her wiha Sîlva Reşîd anî ziman ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan rê li jiyanek azad û aram digire û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em gel û jinên Kurd ji hovîtiya desthilatdaran natirsin û em ê heta dawî têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêberê xwe bidomînin. Rêberê me li maf û keda jinê xwedî derdiket. Em jî fikir û ramanên Serokê xwe esas digirin û ji bo ku ew azad bibe têdikoşin."
 
'Reber Apo mirovekî demokrat e'
 
Şadiye Necar jî diyar kir ku ji bo vê pergala ku bi kaosê tê xwedîkirin pêdivî ji mirovên demokrat heye û got:"Li cîhanê şer û kaosek mezin diqewime. Loma ji bo bi dawîbûna vê kaosê pêdivî ji mirovên demokrat û rewşenbîr hene. Reber Apo mirovekî demokrat e. Cihê mirovên demokrat jî ne nava çar dîwara ye, cihên mirovên demokrat nav civakê ye. Ji bo civakek azad û serbixwe pêdivî ji mirovên wekî Abdullah Ocalan heye."
 
'Bêdengiya sazî û dezgeyên navneteweyî nayê qebûlkirin'
 
Şadiyeyê da zanîn ku bêdengiya sazî û dezgeyên navneteweyî nayê qebûlkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê mirovên rewşenbîr û aştîxwaz bê parastin. Serok Apo jî mirovekî rewşenbîr û aştîxwaz e. Divê hemû cîhan dawî li bêdengiya xwe bîne û xwedî li mirovên rewşenbîr û aştîxwaz derkevin. Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin."