Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranin
- 17:02 11 Nîsan 2018
- Rojane
RIHA - Dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan a di sala 1993'an de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya Amara hat bibîr anîn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku Dayika Uveyş dayikek bi hêz û mînak bû û wiha got: "Hesreta wê ya herî mezin, dîtina kurê wê Abdullah Ocalan bû."
Dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, di 25’emîn vefata xwe de li ser gora xwe ya Gundê Amara yê Xalfetiya Rihayê hat bibîr anîn. Di bernameya bîranînê de endam û rêveberên HDP, DBP'ê, meclîsa dayikên aştiyê û malbat amade bûn. Di bernameya bîranînê de jinan pêşengiya bernameyê kirin. Di bernameyê de Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku dayika Uveyş Ocalan, di nava jina kurd û dayikên kurd de jinek pêşeng, jîr û mînak bû û wiha got: “Dayika Uveyş kedkar bû. Li dijî aliyê civakê yê paşverû serî netewand û aliyê paşverû qebûl nedikir. Neheqî jî qebûl nedikir. Heta dawiya jiyana xwe têdikoşiya. Em 25'emîn salvegera wefata wê bi rêzdarî bibîr tînin."
Bi salan deriyê mala xwe vekirî hişt
Ayşe Surucu, anî ziman ku ji ber şerê heyî bi milyonan dayik zarokên wan di şer de hatin kuştin û wiha got: "Dayika Uveyş Ocalan jî bi salan deriyê mala xwe vekirî hişt ku kurê wê bê malê. Çavê wê li rêya kurê wê ma. Bi salan deriyê mala wê vekirî ma. Bi salan li hêviya birêz Ocalan rawestiya. Êşa şer pir kişand. Dayika Sisê 70 salî ye lê hêj girtî ye. Neheq û bê seseb hêj girtî ye. Dayika Taybet 7 rojan cezayê wê li erdê ma. Dayika Berfo kujerê kurê xwe nedît û jiyana xwe ji dest da. Dayika Uveyş Birêz Ocalan welidand. Niha bi milyonan kurdên hatin înkarkirin û rastî îmhayê hatin, bi felseyefa Birêz Ocalan êdî li cîhanê tên naskirin û qebûlkirin. Jina kurd kir xwedî rêxistin, hêz û nasname. Ji bo dayika xelata herî bi wate aştî ye. Em dixwazin ev şer raweste û aştî bi ser bikeve."
Jinan û rêveberên HDP û BDP'ê piştî bernameya bîranînê çîçek danîn ser gora Uveyş Ocalan.
TJA'yê dayika Uveyş Ocalan bi bîr anî
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi heman armancê Dayika Uveyş bibîr anîn. TJA, diyar kirin ku Dayika Uveyş di diroka têkoşina azadiyê de xwedî ciheki rêzdar û taybet e. TJA da zanîn ku di têkoşîna azadiya jinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah de rola Dayika Uveyş gelek zêde ye. TJA da zanin ku bi çanda xwedavenda ya Mezopotamya xwedî bûye û bi sekna xwe ya bi inat, asî, xas di nava têkoşînê de cih girtiye.TJA destnîşan kirin ku ew ji ber vê ked û têkoşîna wê ya pîroz wê bi hurmet û rêzdarî bibîr tînin.