Li Nisêbînê 'avahiyên moderen' xwe li ber baranê ranegirtin
- 16:36 11 Nîsan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê avahiyên TOKÎ'yê ku wekî "Avahiyên moderen" tên binavkirin banê hineke ji van avahiyan ji ber barana ku bariya hilweşiya.
Li Nisêbîna Mêrdînê di salên borî de ji aliyê TOKÎ'yê ve xanî hatibûn çêkirin û ev xanî wekî "Avahiyên moderen" hatibûn binavkirin. Lê çêkirina van avahiyan hîna neqediyaye. Avahiyên ku divê di meha gulanê de teslîmî welatiyan bihata kirin ên li Taxa Abdulkadîrpaşa hinek ji wan ji ber ku xwe li ber baranê ranegirtin banên wan hatin xwarê .
Xaniyên ku banên wan hatin xwarê ji aliyê karkerên înşaetê ve ser wan çadirê hat girtin.
Herwiha berê jî dîwarekî avahiyeke tokiyê dîwarê wê rûxiyabû.