'Werin em agirê Newrozê bilind bikin'
- 09:19 20 Adar 2018
- Rojane
Berîtan Canozer
STENBOL - Jinan diyar kirin ku wê di 21’ê Adarê de bi cil û bergên xwe yên rengîn tevlî Newroza wê li Bakirkoyê bê pîrozkirin bibin û gotin: “Werin em agirê berxwedanê bi hev re geş bikin. Em Efrînê silav bikin.”
Newroza Stenbolê îsal bi şîara ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê serkeftinê qezenc bikin’ wê di 21’ê Adarê de li Pazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin. Jinan jî ji bo tevlîbûna Newrozê bang kirin.
Jina bi navê Kumru Akgul diyar kir ku Newroz vejîna nû ya gelê Kurd temsîl dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroz ji bom e berxwedan, bihar, têkoşîn, nirx û keda zarokên me ne. Dîrok, xweza, zimanê gelê Kurd yê ku bi salan tune hatine hesibandinê ye. Ji ber vê gelê Kurd bi her awayî diçe Newrozê. Bi hezaran kes girtin lê ev jî nabe çareserî wê qad tije bibin. Bi taybet jin divê bi rengên xwe tevlî bibin.”
‘Em ji bo mezinkirina agir diçin’
Rewşan Guren jî destnîşan kir ku agirê ku Kawayan pêxistiye Mazluman gûr kir, Rahşanan gurtir kir û niha ew jî ji bo geşkirina agir diçin. Rewşanê ev tişt anî ziman: “Newroz bê qedexekirin jî ez ê tenê biçim pîroz bikim. Newroz ji bo gelê kurd ne tenê hatina biharê, berxwedanê jî temsîl dike. Bila nirxên me neyên binpêkirin. Em bêdeng bimînin em wek agir diteqin û cîhanê dişewitînin. Bila sebra me neceribînin. Em ê îsal ji bo Efrînê li qada bin.”
‘Gelê kurd serî netewand’
Jina bi navê Gulşen Dag jî cejna Newrozê ya gelê kurd Pîroz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd her tim tune hat hesibandin. Hat qetilkirin. Lê tu car serî netewand. Ev bi salane em ji Birêz Ocalan agahiyê nagirin. Dixwazin bi vê biçewisînin. Em Newroza Birêz Ocalan jî pîroz dikin.Lê heta azad nebe em şûnde gavê navêjin. Bijî Newroz.
Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin.”
Aliye Gago ev tişt got: “ Newroz ji bo gelê kurd bihare, coşe, kelecan e. Divê Newroz bi yekitiyê bê pîrozkirin. Dema em belavokan belav dikin gel kêfxweş dibe. Ez wê coşa Newrozê dibînin. Ger Abdullah Ocalan azad bibe wê ev şer jî bi dawî bibe.”
Jina bi navê Seher Darilmaz jî destnîşan kir ku Newroz cejan têkoşînê ye û got divê hemû gelên bindest bên cem hev û Newrozê pîroz bikin.
Nuray Şîmşek jî balkişand ser girîngiya Newrozê û bang kir ku divê bi tabet jin tevlî Newrozê bibe, tevlîbûna jinan a Newrozê pir girînge. Nuray her wiha anî ziman ku divê li dijî dagirkirina Efrînê jî her kes dakevin qadên Newrozê.