Jinên Enqereyê wê di govenda Enqereyê de bên cem hev

  • 09:18 20 Adar 2018
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Hevseroka HDP’a Enqereyê Nur Aytemur bang li gelê Enqereyê kir ku tevlî Newroza li Qada Kolejê dê were kirin bibin. Nur daxuyakirin ku esasa îsal ya Newrozê şerê Efrînê ye û di heman demê de binpêkirinên mafê jinan a li Tirkiyeyê jî gelek cidî ye û ji ber vê got divê hemû jin di govenda azadiyê de bên cem hev.
 
Agirê Newrozê ku her sal bi rojevek cuda ya têkoşînê tê pêxistin îsal di pêvajoyek dagirkirina Efrînê û qirkirina siyasî de dê bê pêxistin. Hevsroka HDP’a Enqereyê Nur Aytemur diyar kir ku di 21’ê Adarê de li Enqereyê li Qada Kolejê wê Newroz bê pîrozkirin û wê gel dijî êrîşên li hember Efrînê û dijhiqûqiyan bêdeng nemînin û dakevin qadên Newrozê.
 
Nur di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li Efrînê sûcekî mezin ê şer tê jiyîn û wiha pê de çû: “Cîhanê zilma li Efrînê temaşe kir. NY’ê biryara agirbestê girt lê Tirkiyeyê êrîş berdewam kir. Gelek sivîl hatin qetilkirin. Li Efrînê qadên jiyanê û nexweşxane hatin bombebarankirin. Kurd li her derê rabûn ser piyan. Aştî parastin û ji şer re gotin ‘na’.”
 
‘Divê her kes bi şîara azadiyê li qada be’
 
Nur balkişand ser daxwaza azadiya jinan û wiha bi lêv kir: “Ev wisa derbas nabe, an azadî an azadî. Em ê bi vê dirûşmê li kolanan bin. Wê ji her çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê hemû jin di 21’ê Adarê de li kolanan bin. Yek hedefa şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin pêşîgirtina şoreşa jinan e. Em her kesî bi şîara azadiyê vexwendî qada Kolejê dikin.”