Jinên Botanê: Bi ruhê berxwedana Asya û Ferîdeyan biherikin qadên Newrozê

  • 09:08 20 Adar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX-MÊRDÎN - Jinên Botanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 21’ê Adarê de pêk bê bang kirin û diyar kirin ku bi ruhê berxwedana Asya, Ferîdeyan wê qadên Newrozê tije bikin.
 
Newroz îsal bi şîara ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser kevin’ bi awayekî hevdem wê li 26 navendan bê pîrozkirin. Jinan ji bo Newroza Nisêbîn û Cizîrê bang kirin û wiha gotin: “Em mîrateya Asyayan, jinên di bodrumên Cizîrê û qadan hatin qetilkirin, dewr bigirin û di Newrozê de bên cem hev.” Li Cizîra ku amadekariya Newrozê didome, endama Komîteya Tertîp a Newrozê Bîşeng Mete axivî û diyar kir ku Newroz wê bibe vejîna ji nû ve a gelan.
 
‘Em ê bi coşa xwe bibin dengê jinên berxwedêr’
 
Bîşengê bi lêv kir ku wê dîsa bi seknek bi rûmet dakevin qadan û got: “Em jin wê rol û mîsyonek mezin bigirin û xwedî li Newrozê derkevin. Em di bin zextan de Newrozê pêşwazî dikin. 21’ê Adarê ji bo me destan e, berxwedan e. Bi agirê vê em dixwazin dilan ronî bikin.”
 
‘Em wek jinên Botanê qadan tije bikin’
 
Bîşengê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Hêviya me ji bo aştiyê ye. Tevî vê zîhniyeta hegemon û  polîtîkayên zextê yên dewletê em ê ligel aştiyê bin. Divê em wek gelê Botanê qadên Cizîrê tije bikin. Em ê di rêya jinên berxwedêr de bin. Em ê berxwedana dehezaran silav bikin.”
 
‘Em ê bi ruhê Asya û Ferîdeyê di agirê berxwedanê de bên cem hev’
 
Songul Erden jî diyar kir ku wê bersiva herî xurt a li dijî zext û OHAL’ê  wê di Newrozê de bidin û got: “Em jin bi hêza ku me ji Asya û Ferîdayan girtiye em ê dengê xwe xurt derbixin. Tevî astengiyan em ê wê rojê biherikin qadan.”
 
‘Bila hemû gelê Mêrdînê biherike Nisêbînê’
 
Samiye Demîr jî derbarê Newroza Nisêbînê de axivî û got wan esnaf û gund ziyaret kirine û ji bo Newrozê vexwendiye û got: “Serlêdana me ya ewil hat redkirin. Lê em şûnde gavê navêjin. Em ê ji bo her îtîraza nû serlêdana nû bikin. Ev du sal in li Nisêbînê ji ber pevçûnan Newroz nedihat pîrozkirin. Em dixwazin vê îsal bişkînin. Em bang li hemû gelê Mêrdînê dikin ku biherikin qadan.”