‘Hêviya me ew e ku em bi Newrozê bigihêjin azadiyê’
- 09:01 20 Adar 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Di 21'ê Adarê de wê li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê bên kirin û di çarçoveya van pîrozbahiyan de wê li Amedê jî di 21'ê Adarê de mîtînga pîrozbahiya Neworzê bê lidarxistin. Jinên Amedî yên ku derbarê Newrozê de nêrînên xwe anîn ziman gotin ku ew ê bi rengê xwe yê neteweyî li qada Newrozê bin û azadiyê biqêrin.
Wê di 21'ê Adarê de wekî ku li gelek bajaran Newroz bê pîrozkirin wê li Amedê jî bi dirûşma “Em ê bi rihê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser kevin” di 21’ê Adarê de li Amedê Newroz bê pîrozkirin. Jinên Amedî yên ku gotin ew ê bi hemû rengê xwe yên neteweyî tevli pîrozbahiya Newrozê bibin diyar kirin ku ew ê li qadê azadiyê biqirin û ji dagirkirina Efrînê re bibêjin na.
Jina Amedî a ku nexwast navê xwe bide ev daxwaz kir: "Ez hêvî dikim ku piştî vê Neworoza îsal şer raweste. Bila di demeke nêz de şer bisekine hemû gel û civak bigihîjin azadiya xwe. Her wiha ez dixwazim her tişt wekî ku em dixwazin bibe.”
‘Hêvîdikim ku Newroz bibe wesîleya azadiyê’
Jina bi navê Fatma jî hêvî kir ku di demeke nêz de ev şer bisekine û wiha got: “Ev şer wê hatanî ku berdewam bike. Her roj bi sedan mirov tên kuştin. Em êdî naxwazin ku şer çêbibe û mirov bên kuştin. Em dixwazin ku em di rojên aram de bijîn. Ez hêvî dikim ku Newroza îsal bibe wesîleya azadiyê.”
‘Em êdî naxwazin tu kes bimire’
Jina bi navê Şerîfe jî wek hemû jinên din hêvî kir ku Newroza îsal bibe wesîleya azadiyê û wiha pê de çû: “Em şer naxwazin ev bû du meh ku li ser gelê kurd li Efrînê êîrîş tê kirin û di van êrşan de sivîl jiyana xwe ji dest didin em van êrîşan şermezar dikin. Em êdî naxwazin tu kes bimire. Lewra jî hêviya me ew e ku em azadiya xwe misoger bikin.”
Jina bi navê Remziye jî ev tişt got: “Ez hêvî dikim ku newroza îsal bibe wesîleya aramî û aştiye. Li Efrînê her roj mirov tên kuştin û dewleta tirk û komên wê Efrînê dagir kirine ez vê dagirkirinê bi tundî şermezar dikim. Bila Newroz ji hemû gelan re aştiyê bîne."
‘Dijmin her roj li cihekî êrîşî me dike’
Jina bi navê Zehra jî wiha got: “Daxwaza me kurdan jî ew e ku em bigihîjin azadiyê. Lê bi daxwazê tenê nabe berxwedan û hewldan dibê. Ji ber ku dijmin her roj êrîşî kurdan dike. Lewra jî ez dixwazim ji gel re bibêjim ku li dijî êrîşên ku tê kirin êdî çavên xwe vekin. Li Efrînê êrîş hatine destpêkirin û her roj komkujiye ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve li ser kurdan tê kirin. Ez êdî nikarim li televîzyonê temaşe bikim dilê min diêşe. Divê gelê kurd êdî rabe ser piyan û vê hovîtiyê qebûl neke.”
Jina bi navê Şadiye jî got hêviya wê ew e ku Newroza îsal baş derbas bibe û bibe sembola azadiyê.
‘Lê gerîna me ya azadiyê wê bidome’
Herî dawî jî jina bi navê Fahriye Koca axivî û got ew ê bi hemû hêza xwe û rengê xwe yê neteweyî tevli neworzê bie û ev daxwaz kir: “Wekî her sal hêviya me ji Newroza îsal ew e ku em bigihîjin azadiyê. Me tu carî dev ji lêgerîna xwe ya azadiyê bernedaye. Lewra jî ji bo azadiyê ez ê bi hemû rengê xwe yê neteweyî tevli neworzê bibim û li qadê êrîşên li ser Efrînê yên dewleta kurd şermezar bikin.”