ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN
- 09:00 20 Adar 2018
- Rojev
*Di 21'ê Adarê de wê li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê bên kirin û di çarçoveya van pîrozbahiyan de wê li Amedê jî di 21'ê Adarê de mîtînga pîrozbahiya Neworzê bê lidarxistin. Jinên Amedî yên ku derbarê Newrozê de nêrînên xwe anîn ziman gotin ku ew ê bi rengê xwe yê neteweyî li qada Newrozê bin û azadiyê biqêrin. BI DÎMEN
*Cotkaran êrîşên TSK'ê yên li hemberî Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku yên rewşa hilberînerên mişmiş û tutunê ên welat nabînin, li welatên din li hemberî mirovan şer didin destpêkirin. Yên ji şer re butçeyê vediqetînin bila li rewşa cotkaran binêrin."
*Girtiya bi navê Pinar Demîr a li Girtîgeha Tarsûsê girtiye diyar kir ku 13 jin di odeya sungerê de rastî îşkenceyê hatine û piştî grevên biçîbûnê tevî daxwaz hatine qebûlkirin, midûrê nû lêgerîna tazî ferz kiriye.
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, diyar kir ku tifaqa hilbijartinê ya AKP-MHP’ê ya di nîvê şevê de di TBMM’ê de hatiye debaskirin nayê qebûlkirin û di pêvajoyên pêş de di hilbijartinên pêk bên de jî ewlehî nemaye. BI DÎMEN
*Jinên Botanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 21’ê Adarê de pêk bê bang kirin û diyar kirin ku bi ruhê berxwedana Asya, Ferîdeyan wê qadên Newrozê tije bikin. BI DÎMEN
*Di demên cuda yên dîrokê de têgeha fedayîtiyê dertê pêşberî me û carna jî ji bo fikir, carna ji bo baweriyê û carna jî ji bo jiyanê, em dibêjin ‘mafê jiyanê pîroz e’ û ji bo parastina wî mafî mirov dibin fedayî. Ev teşeyê pêkhatinê jî di pirtûkên pîroz de heye. Gelek pirtûkên pîroz vê dinivîsin, gelek nêrîn vê qebûl dikin, hiqûq jî ji bo ‘şerm nebe’ carna wek êrîşa li dijî mafê jiyanê digire rojeva xwe. Lê çi dibe bila bibe, fedayîtî wê wek siyasî, hiqûqî, jiyanî û leşkerî hebe. JI PÊNÛSA JINAN
*Naze Korkmaz ku her sal bi çopek kibrîtê Newrozê pêşwazî dike bang li hemû kesên dixwazin ‘zincîrên dilgirtinê biqetînin’ kir ku tevlî Newrozê bibin.
BI DÎMEN
*Hevseroka HDP’a Enqereyê Nur Aytemur bang li gelê Enqereyê kir ku tevlî Newroza li Qada Kolejê dê were kirin bibin. Nur daxuyakirin ku esasa îsal ya Newrozê şerê Efrînê ye û di heman demê de binpêkirinên mafê jinan a li Tirkiyeyê jî gelek cidî ye û ji ber vê got divê hemû jin di govenda azadiyê de bên cem hev.
*Jinan diyar kirin ku wê di 21’ê Adarê de bi cil û bergên xwe yên rengîn tevlî Newroza wê li Bakirkoyê bê pîrozkirin bibin û gotin: “Werin em agirê berxwedanê bi hev re geş bikin. Em Efrînê silav bikin.”
*Endamên Komîteya Jineolojiyê yên Kantona Hesekê Midiya Şêxo û Diyana Ebid Kerîm li ser wateya jîneolojiyê û girêdana wê ya bi jiyanê re nirxandinên girîng kirin û gotin:"Jîneolojî rêbaza gihaştina heqîqetê ye"