Gelê Girkêlegê ji bo Efrînê meşiyan
- 17:29 19 Adar 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê gelê Girkêlegê ji bo Efrînê meşiyan.
Li navçeya Girkêlegê ya Dêrikê ya Kantona Qamişloyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û bi pêşengiya TEV-DEM û Kongreya Starê meşek hat lidarxistin. Bi hezaran gel beşdarî meşê bûn û dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê", "Efrîn ne bi tenê ye" berz kirin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ'ê hat hilgirtin. Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û heta Qada Azadiyê berdewam kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê TEV-DEM'ê Ebdilselam Ebas hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Gelê Kurd li Efrînê li dijî çekên herî giran û pêşketî bî îradeyek xurt berxwe da û serî netewand.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku dê berxwedana ji bo Efrînê berdewam bike û serkeftin a gelê Kurd be.
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" bi dawî bû.