Ji bo Efrînê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem hat kirin

  • 17:26 19 Adar 2018
  • Rojane
CENEVRE -Komeke ku di nav wan de ronakbîr, parlamenter û hevşaredarên ku ji peywirê hatine girtin heyî ji bo ku dagirkirina Efrînê ya li alê Tirkye û komên OSO'ê şermezar bikn  li ber avahiya NY'ê dest bi gereva birçîbûnê ya bêdem kirin.
 
Parlementerê berê yê HDP’ê û Berdevkê HDK-Ewrûpayê Demir Çelik, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sarıyıldız, parlementerê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret, Hevşaredarê Depê Burha Kocaman, Hevşaredarê Sirûcê Orhan Şansal, Hevşaredara Sûrê Fatma Şık Barut, Serokê Şaredariya Harıngey a Londrayê Aligül Özbek, fûtbolvan Deniz Naki, rojnameger Filiz Koçali li pêşiya avahiya NY ya li Cenevreyê greva birçîbûnê dan destpêkirin.
 
Li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê Faysal Sarılyıldız daxuyaniya hevpar da. Faysal bang li Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Konseya Ewlekariyê kir û diyar kir ku piştî destpêkirina şerê Sûriyeyê bi sed hezaran kesan berê xwe dan Efrînê û got, “Ji 20’ê Çileya 2018’an û vir ve dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê dikin. Li vê derê bi sed hezara kesên sivîl di bin bomberdûmaneke giran de ne.”
 
Faysal axaftina xwe wisa domand; “Li gorî daxuyaniyên Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, Komîteya Tendirustiyê ya Kantona Efînê û nexweşxaneya Efrînê cî û warên sivîlan bi balefir, tank û topan tê bomberdûmankirin û bi sedan sivîl ji ber êrîşan hatine qetilkirin û birîndar bûne. Herî dawîn Tirkiyeyê nexweşxaneya sivîlan bomberdûman kiriye. Li gorî zagonên NY ev sûcê şer e. Li Efrînê xeta ava vexwarinê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyeyê hatine bomberdûmankirin. Ev jî li gorî zagonên NY sûcê şer e.”
 
Faysal diyar kir ku dewleta Tirk li gorî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya NY tevnegere û got; “Li Efrînê DAÎŞ tune lê Tirkiye dibêje li wê derê em li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê bi sed hezaran gelên Efrînê ji cî û warên xwe koç kirine. Çeteyên OSOyê ketine Efrînê û navenda bajêr, mal û dikanan talan dikin. Ew ê li Sûriyeyê DAÎŞ û El Kaîde ji nû ve zindî bibe, berpirsa vî tiştî jî NY ye, ya ku li hemberî êrîşan bêdeng dimîne.”
 
Faysal axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Di vê pêvajoyê de NY û YE a ku li hemberî vê qirkirin û hovîtiyê bêdeng man ew ê di wijdanê mirovayetiyê de werin mehkûmkirin. Biryara agirbestê ya NY li Sûriyeyê nayê pêkanîn û NY li hemberî vî tiştî bêdeng dimîne.”
 
Çalakvanan daxwazên xwe wiha rêz kirin:
 
“* Divê qada hewayî ya Efrînê were girtin
 
*Divê NY hêzeke çavdêriyê bişîne Efrînê.
 
*Ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî yên gelê Efrînê divê rêxistina Xaça Sor têkeve dewrê.
 
*Ji bo gelê Efrînê karibe vegere warê xwe divê derfet werin avakirin.
 
*Ji bo guherandina demografiya li Efrînê pêk neyê divê kesên ne ji Efrînê ne, divê li Efrînê neyên bicihkirin.
 
*Ji bo şerê ku 2 meh in didome,  lêkolînên sûcên şer divê di bin banê NY de komîsyonek were avakirin.”