'Dê agirê Newrozê di 21'ê Adarê de li Şengalê gur bibe'

  • 17:14 19 Adar 2018
  • Rojane
 
 
ŞENGAL - Dê agirê Newroza 2018'an di 21'ê Adarê de li Şengalê bê vêxistin. 
 
Dê agirê Newroza 2018'an di 21'ê Adarê de û bi rihê berxwedana serdemê ya Efrînê li Şengalê bê vêxistin. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk Rîham Heco derbarê pîrozbahiya Newroza Şengalê ya ku dê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin axivî û got:"Em ê agirê Newroza îsal bi rihê berxwedana serdemê ya Efrînê vêxin. Em ê bi rihê têkoşîna Hesinkar Kawa agirê Newrozê geş bikin û dirûşmên xwe ji bo serkeftina Efrînê biqêrin."
 
Her wiha Rîhamê bang li hemû jinên Şengalê kir ku beşdarî Newrozê bibin û agirê Newrozê bi rihê berxwedana gelê Kurd ê berxwedêr pêxe.