Ji bo Efrînê li Tirbespiyê meş hat lidarxistin

  • 16:45 19 Adar 2018
  • Rojane
TIRBESPIYÊ - Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. 
 
Bi sedan gelê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizrê bi pêşengtiya Tevgera Civaka Demokeratîk TEV-DEM û Kongreya Star meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de bi tûndî êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî hat şermezarkirin. Meş bi tevlîbûna tevahî saziyên civaka sivîl û saziyên rêveberiya xweser pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPJ/YPG'ê, Kongreya Star, TEV-DEM'ê hat hilgirtin. Meş ji Navenda Kongreya Star dest pê kir û heta navenda Hêzên Parastina Civakî berdewam kir. 
 
Meş bi deqek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê TEV-DEM'ê û li ser navê Kongreya Star Menîfa Cûma li ser navê ciwanan jî Bêrîvan Murad axaftin hat kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê Bakûrê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe li pişta Efrînê ye û soza bilindkirina tekoşînê û xwedî derketina li Efrînê dan.   
 
Meş bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.