Şoreşgera Enternasyonalîst Anna jiyana xwe ji dest da

  • 16:12 19 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervana Enternasyonalîst a YPJ'ê  Anna Campbell (Hêlîn), li Efrînê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên tirk jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Yekîneyên Parastina Jinên  (YPJ) hatin girtin, ji ber bomberdûmana 16'ê Adarê ya balafirên şer ên Tirk ku li konvoyekê hat kirin,  Anna a 26 salî jiyana xwe ji dest da.
 
Ji Fermandara YPJ'ê  Nesrîn Abdullah a ku derbarê Annayê de axivî ev tişt got: "Her çend ku me xwest em wê ji eniya şer biparêzin jî êrîşên dewleta tirk gelek giran bûn."
 
Komuna Enternasyona a Rojava jî li ser mijarê daxuyaniyek da û got; "Hevrêya me Hêlîn (Anna Campbell)  
 li Efrînê di nava refên têkoşînê de jiyana xwe ji dest da. Em ê wê her tim bi wêrekî û ruhê berxwedêr ê qewîn bi bîr bînin."