TJA: Em ê tarîtiya tecrîdê bi ronahiya agirê Newrozê parçe bikin

  • 15:50 19 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Di 21'ê Adarê de di serî de Amed  wê li 25 navendan Newroz bê pîrozkirin. TJA'yê derbarê newroza ku wê bê pîrozkirin de daxuyanî da û ev tişt got: "Divê serdema dîrokî ku em tê re derbas dibin Em ê tarîtiya tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Oclan ê ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêviya azadiyê bi ronahiya agirê Newrozê parçe bikin. Em bang li hemû jinan, dostên xwe û demokrasîxwazan dikin ku li dijî faşîzmê di 21'ê Adarê de  ji bo bihara gelan dakevin kolanan."
 
Tevgera Jinên Demokratîk (TJA) di çarçoveya Neworza ku wê bi dirûşma "Em ê bi ruhê Newrozê li ber xwe bidin, li Efrînê bi ser kevin' daxuyaniyeke da. TJA'yê diyar kir ku wan Neworza îsal wekî jin û gelan, ligel êrîşên AKP - DÎŞ'ê yên  li ser destkefitiyên gelê  kurd, îradeya azadiyê û li gel polîtîkayên zayendparêz û mîlîtarîst bi berxwedanê pêşwazî kiriye."
  
 
TJA'yê diyar kir ku Newroz berxwedan û bihara gelan e û di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Newroz a ku kurdan bi bedelên herî giran ji Mazlunan heta Sakîneyan, ji Bêrîvanan heta Rahşanan ku dane ji gelan re diyarî kirine. Neworz; li Kurdistanê navê yekitiya netewey û Di serî de gelê kurd  ji bo hemû gelên Rojhilata navîn hêviya azadiyê ye. Ev hêza heqîqet û azadiyê ku ji Kawayan hatiye girtin wê hêza tu dewletên dagirker têrê neke ku têk bibe."
 
TJA'yê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:"Êrîşên dagirkirinê ku bi tecîrda li ser Abdullah Ocalan re ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêviya azadiyê ye hatin destpêkirin tenê em dikarain bi rakirina wê re azad bibin. Em wekî TJA'yê li dijî dagirkirin,tecrîd, OHAL û Faşîzmê bang li hemû kesên demokrasîxwaz dikin ku ji bo bihara gelan dakevin qadan.  Bijî Berxwedana Efrînê bijî Newroz, Jin jiyan azadî!"